Yekîtiya Dêrên Cîhanê nerazîbûn nîşanî biryara li ser Ayasofyayê da

Yekîtiya Dêrên Cîhanê nerazîbûn nîşanî biryara dewleta Tirk da ya ku Ayasofya ji muzeyê vegurand mizgeftê û diyar kir ku ji biryarê êşiyane.

Yekîtiya Dêrên Cîhanê ku 350 dêran temsîl dike, nameyek ji Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re nivîsî û nerazîbûn nîşanî biryara li ser Ayasofyayê da.

Yekîtiyê ragihand ku ew ji biryarê "êşiyane û ketine nava fikaran" û diyar kir ku biryar zerarê dide hewldanên ji bo diyaloga navbera kesên ji baweriyên cuda.

Wekîlê Sekreterê Giştî yê Yekîtiyê Îoan Saûca destnîşan kir ku dewleta Tirk "nîşaneya parçekirinê" da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev yek wê hîn bêhtir hêzê bide komên cuda yên ku dixwazin parçebûna navbera olan ji nû ve sor bikin û statukoyên heyî yên li deverên din berevajî bikin."