Yekîneyên YPS’ê du kargeh û gelek wesayît şewitandin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Êrîş Mordem a YPS’ê li Amed, Denîzlî û Mûglayê du kargeh û gelek wesayît şewitandin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Êrîş Mordem a YPS’ê diyar kir ku wan di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxuran’ de li Amed, Mûgla û Denîzliyê çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Yekîneyên Tolhildanê di 6’ê Îlonê de li dijî wesayîta serwîsê ya qeyyûmê şaredariya Baglarê ya Amedê çalakiyek li dar xist û wesayît şewitand. Piştî çalakiyê wesayît bû xwelî.

Di 6’ê Îlonê de li Merkezefendiya Denîzliyê xaneke ku tûrîst diçûn wir, hate şewitandin. Di çalakiyê de kargeh îmha bû û xisareke mezin gihişt kargeheke din.

Di 6’ê Îlonê de li Taxa Gokpinar a Pamûkkaleya Denîzliyê jîpeke luks hate şewitandin. Jîpa luks a sîxuran bû xwelî.

Di 4’ê Îlonê de li Menteşeya Mûglayê kargeheke di nav sanayiyê de tevî wesayîtên di nav de hate şewitandin. Ji ber çalakiyê ev wesayît bûn xwelî.”

Yekîneyên YPS’ê diyar kirin ku ev çalakî li dijî êrîşa nijadperest a li Sakaryayê hate kirin û got, “Êrîşên nijadperest ên li dijî gelê Kurd roj bi roj zêde dibe. Vê feraseta faşîst li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurdan neçar maye û ji ber vê jî êrîşên xwe didomîne. Em Yekîneyên Parastin Gel li hemberî faşîzma dewletê û ji bo parastina nasnameya xwe, em ê li her derê çalakiyan li dar bixin. Divê hemû kes bi taktîkên xurt tevlî nav pêngava tolhildanê bibe. Me li dijî êrîşa nijadperest a li Sakaryayê ev çalakî li dar xistine.”