Yekîneyên Tolhildanê li 3 bajaran çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê li Amed, Êlih û Stenbolê, ji bo bîranîna gerîlayê MLKP/FESK'ê Koray Aspîr çalakî li dar xistin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sasvaş Amed û Şehîd Sakîne Cansiz li Amed, Stenbol û Êlihê çalakî li dar xistin.

Hate ragihandin ku çalakî ji bo bîranîna gerîlayê MLKP/FESK'ê Koray Aspîr hatine kirin, ku li navçeya Qaxizman a Qersê şehîd bûbû.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

"AMED

3'ê Îlonê li navçeya Farqînê ya Amedê wesayiteke Diyargazê hate şewitandin.

5'ê Îlonê li navçeya Farqîn a Amedê li taxa Bahçelîevlerê stasyona bazê hate îmhakirin.

6'ê Îlonê li navçeya Sûrê li kolana Dînç a taxa Lalebeyê li dijî firoşkarê narkotîkê yê bi navê lixwekirî Hanîme çalakî hate lidarxistin, firoşkar hate hişyarkirin.

Li heman taxê li dijî mala du firoşkarên narkotîkê bi teqemeniyê çalakî hate kirin, hatin hişyarkirin.

Di 7'ê Îlonê de li taxa Şehîtlîk a Baglarê ya Amedê firoşkarekî mafeyên hişber hate cezakirin. Heman şevê mînîbuseke DEDAŞ'ê hate şewitandin.

ÊLIH

Di 4'ê Îlonê de li taxa Kultur a Êlihê, li dijî du wesayitên polîsan çalakiya sabotajê hate kirin, derb lê hate xistin.

Di 6'ê Îlonê de li ser rêya Êlih-Sêrtê du qemyonên mezin bi sabotajê hatin şewitandin.

Di 6'ê Îlonê de li taxa Petrol û Baglarê ya Êlihê du firoşkarên madeyên hişber hatin cezakirin.

STENBOL

Di 3'ê Îlonê de li hemberî metroya Aksaray Sûltangazî ya Stenbolê çalakiya sabotajê hate kirin, di encamê de şewat derkert.

Dİ 4'ê Îlonê de li Avcilar a Stenbolê rêya otobanê hate asêkirin û bi saetan pêşî li derbasbûna wesayitan hate girtin.

Di 6'ê Îlonê de li navenda Sîlîvrî ya Stenbolê 2 qemyon hatin îmhakirin."