Yekîneyê Tolhildanê li Konyayê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Halîl Çavgûn ragihand ku wan li li Konyayê navendeke lêkolînê û dexlên 'faşîstan' şewitandine.

Yekîneyên Tolhildanê bi daxuyaniyekê ragihandin yekîneyên wan ên bi navê Şehîd Halîl Çavgûn 7'ê Tîrmehê li navçeya Karapinarê ya Konyayê navendeke lêkolînê û dexlên faşîstan şewitandine.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi çalakiya wan beşek ji tesîsê û bi sedan donim dexl hatine şewitandin.

Yekîneya  Tolhildanê got wan ev çalakî ji bo bîranîna wan gerîlayan kirine, ku li Cenga Heftanînê, 'di berxwedana lehengî de şehîd bûne.''