Yekîneya Tolhildanê li dijî nobedaran çalakî li dar xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî li Amedê li dijî nobedaran (zêrevan) bi bombeyên destan çalakiyek lidarxist.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî li dijî Komploya 15’ê Sibatê li Amedê li dijî nobedaran çalakiyek lidar xist.

Yekîneya Tolhildanê îro daxuyanî da û ev agahî parve kir;

“Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê şeva 16’ê Sibatê saet 22:’an li dijî nobedarên li dibistana Îskender Paşa ya navçeya Sûr a Amedê ku polîsên Tirk weke qereqol bikar dianî çalakiyek lidar xist. Endamên me dema kombûna nobedaran de bi 3 bombeyên destan çalakiyek bi bandor lidarxist. Di encama çalakiyê de hejmera kuştî û birîndar ên nobedar nehate zelak kirin.”

‘YAN WÊ DEV JÊ BERDIN YAN WÊ DI HEDEFA ME DE BIN!’

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ev hişyarî jî da;

“Nobedarên xayîn ku li dijî gelê xwe di şerê dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd dimeşîne de cih digrin wê li her derê di hedefa me de bin. Di serî de li Amed û hemû Kurdistanê yan wê ev nobedar dev jê berdin yan jî wê di hedefa çalakiyên me yên tolhildanê de bin. Heta ku em van nobedarên xayîn ji bajarên xwe biqedînin wê çalakiyên me bidomin.”