Yekîneya Tolhildanê li dijî faşîstan çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan Denîz li Stenbolê li dijî faşîstan çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan Denîz têkildarî çalakiyên demê dawî li Stenbolê hatine kirin daxuyaniyek da.

Yekîneyê ev agahî da:

MALTEPE

Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehdî Zeryan Denîz 14’ê Sibatê saetên sibê li dijî navendeke kar a 18 qat a li taxa Cevîzlî ya navçeya Maltepe ya Stenbolê çalakiyek kirin. Agir bi gelek qatên navenda kar ket. Di encama vê çalakiyê de beşek girîng a vê navenda kar bêkêr bû.

FATÎH

13’ê Sibatê li semta Aksaray a naçeya Fetîh a Stenbolê yekîneyên me li dijî avahiyeke duqat a hate tesbîtkirin ku girêdayî faşîstan e çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de avahî bi temamî hate îmhakirin.

2’yê Sibatê jî li navçeya Fetîh a Stenbolê avahiya du qat a girêdayî hevkarên desthlata faşîst a AKP-MHP’ê bû hedefa yekîneyên me. Di vê çalakiyê de avahî bi temamî hatiye rûxandin.”