Yekîneya Tolhildanê çalakiya li Esenyûrtê li xwe girt

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan li dijî wesayîta Endamê Desteya Rêveber a Navçeya Esenyûrtê ya AKP’ê Mûrat Ozden çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayît îmha bû û Ozden jî birîndar bû.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan di 16’ê Mijdarê de li dijî wesayîta Endamê Desteya Rêveber a Navçeya Esenyûrtê ya AKP’ê Mûrat Ozden çalakiyeke sabotajê li dar xist. Wesayît îmha bû û Mûrat Ozdenê yê AKP’yî jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Vî kesê bi navê Mûrat Ozden ji sala 2005’an û vir ve, di nav xebatên qirkirin û dagirkeriyê yên AKP’ê de cih digire. Vî kesî gelek caran xwestiye ku gelê me yê welatparêz ê li Stenbolê têxe nav karên qirêj û ew jî bi salan e di nav rêveberiya AKP’ê de cih digire. Em şervanên tolhildanê yên gelê Kurd careke din diyar dikin ku wê rêveber, kadro û xebatkarên AKP’ê li her derê bibin hedefa çalakiyên me yên tolhildanê.”