‘Yekîneya Tolhildanê’ çalakiya li dijî nobedarên rejîmê li xwe girt

Koma bi navê ‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Harûn Welat’ çalakiya 21’ê Adarê ya li Esenyûrta Stenbolê ya li dijî nobedarên rejîma AKP'ê li xwe girt. Yekîneya Tolhildanê ragihand ku di çalakiyê de nobedarek hatiye kuştin.

‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Harûn Welat’ daxuyanî da û wiha got; “Endamên me roja 21’ê Tebaxê bi şevê li Esenyûrta Stenbolê li dijî nobedarên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst çalakiyekî serketî lidarxist. Di vê çalakiyê de li nobedarekê hate xistin û nobedar hate bêbandorkirin.”

Yekîneya Tolhildanê hişyarî da ku wê çalakiyên hêzên wan bidome û ev tişt got; “Polîs, nobedar û alîgirên hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst di hedefa me de ne. Divê her kes baş bizane eger li Kurdistanê şer heye yên li metrepolên Tirkiyeyê dijîn wê jiyaneke aram nejîn.”