Yekîneya Tolhildanê çalakiya li Cizîrê li xwe girt

Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Rûken Hoser diyar kir ku di 11’ê Tîrmehê de li Cizîra Şirnexê li dijî polîs û notirvanan çalakiya sabotajê li dar xistine.

Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Rûken Hoser diyar kir ku di 11’ê Tîrmehê de li Cizîra Şirnexê li dijî polîs û notirvanan çalakiya sabotajê li dar xistine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çalakî li Qada Cûmhûrîyetê ya Dortyolê hatiye lidarxistin û di vê çalakiyê de 2 polîs mirine, 4 jê bi giranî 9 polîs û notirvan jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Rûken Hoser de ev tişt hate diyarkirin:

“ Di 11’ê Tîrmeha 2019’an de Yekîneya me ya Tolhildanê ya Ş. Rûken Hoser li Qada Cûmhûrîyetê ya li Dortyola Cizîra Botan çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de 2 polîs mirine, 4 jê bi giranî 9 polîs û notirvan jî birîndar bûne.

Kesên ku bi dijmin re dixebitin wê bibin hedefa me. Ev çalakî li dijî polîsên TC’yê yên dagirker û notirvanên wê hatiye kirin. Yên ku bi gelê xwe xayîn ketine wê berdêla vê îxaneta xwe bidin. Di vî şerê qirêj ê li Kurdistanê de dijmin bi metodên bêexlaqî êrîşî gelê me dike. Notirvan û sîxurên ku bi dewletê re dixebitin û AKP’yî wê bibin hedefa me. Him li Cizîra Botan û him jî li bajarên din ên Kurdistanê wê çalakiyên me yên li dijî dagirker û îxanetkaran bidome.

Medyaya Tirk a dagirker diyar dike ku di vê çalakiya em de kesên sivîl mirine. Ev nûçe li gorî konsepta şerê taybet tê amadekirin û derew e. Hemû kesên li wê derê kom bûbûn, polîs û notirvan bûn. Ji bo ku tiştek bi sivîlan neyê, yekîneya me bi baldarî tevgeriyaye. Gelê Kurdistanê yê welatparêz divê dûrî cihên polîsan û notirvanan bin. Divê gelê me bi tu awayî têkiliyê bi notirvan, sîxur û AKP’yiyan daneyne. Notirvan jî divê dev ji vê îxanetê berdin û çekên xwe deynin, yan na wê ji niha şûnde jî bibin hedefa me.”