Yekemîn pirtûkxaneya berxwedanê hat avakirin
Yekemîn pirtûkxaneya berxwedanê hat avakirin
Yekemîn pirtûkxaneya berxwedanê hat avakirin
Berxwedêrên li gundê Mehser ê li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobedê digirin, ji qaseyên fêkî biçûk be jî pirtûkxaneya destpêkê ya xebat berxwedanê ava kirin. Pirtûkxaneya komuna bajêr, niha li benda pirtûkên werin e.
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, hem li Kobanê hem jî li Pirsûsê çalakiyên berxwedanê bênavber dewam dikin. Yek ji gundê ku lê nobeda berxwedanê ya bi beşdariya mirovên ji Tirkiye, Ewropa û Kurdistanê tê meşandin, gundê Mehserê ye. Li aliyekî berxwedan dewam dike, li aliyê din jî di çarçoveya modela jiyana azad a li Rojava, bi komunan kanton tên hûnandin. Gund êdî xwedî pirtûkxaneyekê ye. Li pirtûkxaneya ji qaseyên fêkî ya li binê konekî, vê gavê 5-10 pirtûk hene. Lê ji bo bibe pirtûkxaneya xeta berxwedanê, namzet e.
LI BENDA PIRTÛKAN Û XWENDEVANAN E
Derhêner Onder Çakar û hevalên wî, ku ji destpêka nobeda berxwedanê ya li gundê Mehserê di nav berxwedana li ser sînor de cih digire, ji ber ku bi şev li mizgefta gund dimînin û elektrîka mizgeftê jî bi şev tê girtin, ji bo bersivê bidin pêwîstiya xwendin û nivîsandinê ji hevalên xwe yên li Stenbolê, kon xwest. Piştî ku kon hat, biryar da ku ji bo bersivdayîna pêwîstiya xwendinê ya gundiyan û berxwedêran pirtûkxaneyê ava bike. Çakar û hevalên wî ji qaseyên fêkî yên ji hala zebze û fêkî anî, cihê bicihkirina pirtûkan çê kirin. Li pirtûkxaneyê vê gavê 5-10 pirtûk, weşanên Ozgur Gundem û Kovara Modernîteya Demokratîk heye. Pirtûkxane niha li benda pirtûkan û xwendevanan e.