Yekemîn Konferansa Ciwanên Kurd destpêkir

Li bajarê Dortmûndê tevgera ciwanên Kurd, 1'min Konferansa Netewî lidardixin.

 Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê konferansa li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi sirûda Ey Reqîb û ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Konferan bi nûnerên Jinên Ciwan ên Azad, Ciwanên Azad, Ciwanên Goran, Ciwanên Komele, Hevgirtina Ciwanên Êzidî, PJAK û Ciwanên Civaka Îslama Demokratîk, Ciwanên Feda, Ciwanên Yersan û Ciwanên PYD'ê û gelek nûnerên saziyan bi şîara 'Ciwanên Kurd bi Yekitiya Netewî Îxanetê Parçedike, Kurdistanê Azad dike' tê lidarxistin.

'HETA KU YEKITÎ ÇÊNENBE, SERKETİN ÇÊNABE'

Gelhat Botan li ser navê Komîteya Amadekar axivî û wiha got; "Heta ku yekitiya netewî çênebe, Kurd serketinê bidest naxin." Botan Mahabad mînak nîşan da û diyar kir ku pêwîst e Kurd bi hêza xwe ya serekî welatê xwe azad bike.

Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên di derbarê yetitiya netewî de, di konferansê de hate guhdarkirin.