Yek ji plansazên êrîşa 11'ê Îlonê di destê YPG'ê de ye!

Yek ji tîma ku êrîşa terorê ya 11'ê Îlona 2001'ê ya li Amerîkayê organîze kir, Mûhammed Zammar ku welatiyê Elman e, di destê YPG'ê de ye.

Mûhammed Zammar ku bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye, demeke dirêj di rojeva çapemenî û raya giştî ya Elmanyayê de cih girt. Tê gotin, Zammar yek ji endamên wê tîmê ye ku êrîşên 11'ê Îlona 2001'ê yên li Amerîkayê organîze kir. Zammar hevalekî nêz ê Mûhammed Ata ye ku Ata organîzatorê sereke yê êrîşan e.

Zammar ku mîna Ata di hucreya Hambûrgê ya El Qaîdeyê de cih digirt, piştî êrîşên 11'ê Îlonê ji Elmanyayê derket. Îstîxbarata Elman piştî demeke kin ew li Fasê dît û bi alîkariya îstîxbarata Amerîka CIA hate girtin.

Zammar di heman demê de welatiyê Sûriyeyê ye, lewma sala 2002'an radestî rejîma Şamê hate kirin. Heta sala 2013'an di girtîgehê d ema. Piştî ku hate berdan tevlî nava çeteyên DAÎŞ'ê bû. Dîmenê çeteyê berê yê El Qaîdeyê û çeteyê nû yê DAÎŞ'ê Zammar ê li ber ala DAÎŞ'ê di înternetê de hatibû weşandin.

Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê Bildê di hejmara xwe ya îro de ragihand ku Zammar di destê hêzên YPG'ê de ye. Rojnameyê bi sernavê "Cîhadîstê Elman li girtîgeha Kurdan e" agahî li ser Zammar weşand û ji bo çavkaniya van agahiyan jî YPG nîşan da.

Rojnameyê diyar kir ku Zammar li girtîgeheke li Bakurê Sûriyeyê ye û îdîa kir ku endamên DAÎŞ'ê yên ketine destê YPG'ê bi xweşiya siyasetmedarên Elman naçin. Di nûçeyê de hate ragihandin ku kes nizane wê rewşa Zammar çi be.