Yek ji lîderên Biratiya Misliman El Beltagî hat girtin

Yek ji lîderên Biratiya Misliman El Beltagî hat girtin

Li Misrê, yek ji lîderên rêxistina Biratiya Misliman Mûhammed El Beltagî hat girtin.

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê, Sekreterê Giştî yê Partiya Edalet û Azadiyê (FJP) ya ser bi rêxistina Biratiya Misliman Beltagî bi sûcdariya "tewşîkî tundiyê" kiriye hat girtin.

Dozgeriya Misrê der heqê Beltagî de roja 10'ê Tîrmehê biryara girtinê derxistibû.

Tevî vê biryarê jî, Mûhammed Beltagî bi armanca piştgirîdayina Serokkomarê têkbirî Mûhammed Mursî tevlî çalakiya rûniştinê ya her roj a li Qada Adeviye ya Qahîreyê dibû. Keça parlamenterê berê Beltagî Esma Beltagî, di encama serdegirtina artêşê de hatibû kuştin. Di serdegirtinan de bi sedan kes miribûn.

Li Misrê, çapemeniya alîgirê deshilatdariyê Beltagî weke organîzetorê çalakiyên dijwariyê yên Biratiya Misliman, tawanbar dike.