Demîrtaş nêzîkatiya YE ya têkîldarî koçberan li beramberî Erdogan dike rexne kirû wiha got: “Eger ku sibehê 40 milyon koçber ji ber Destûra Bingehîn a Erdoganê dîktator hatin hûn ê çi bikin? Ev pirsgirêk ne bi Erdogan re, bi piştgirîkirina Kurdan a li dijî DAIŞ’ê re çareser dibe.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlemanterên Şirnexê Faysal Sariyildiz, li ser daweta Koma Dostên Kurd ên Parlametoya Swîsreyê hatin Swîsreyê û gelek civîn li dar xistin. Vê sibehê Demîrtaş û Sariyildiz, bi Seroka Konseya Netewî ya Parlementoya Federal Chrîstan Markwalder re civînek li dar xist û piştre jî beşdarî civîna Koma Dostên Kurd a li avahiya Parlemetoyê bûn. Keskan, SP, Basta jî di nav de gelek desteyên rêxistinên civaka sivîl, li gel partiyên siyasî û rêxistinên mafê mirovan jî nûnerên PDK’ê û YNK’ê jî amade bûn. Destpêkê, Hevseroka Koma Dostên Kurd Carlo Sommarûga axivî, diyar kir ku di rewşekî ku li hember tevgera siyasî ya Kurd zextên dijwar hene, dawetkirina ku ji aliyê Demîrtaş ve hatî qebûlkirin spasiya xwe anîn ziman, got ku wê piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re her ku biçe zêdetir bikin.
RÊYA ÇARESERKIRINÊ YA NÛNERÊN YEKÎTIYA EWROPA NÎNE
Demîrtaş ji bo dawetkirina Koma Dostên Kurd spasiya xwe anî ziman, axaftina xwe bi pêvajoya îmzekirina hevpeyaman Sykes-Pîcokê destpêkir.
Demîrtaş destnişan kir ku bi mûdaxelekirina Fransa û Îngiltere, şerên ku ji bo parvekirina li ser Rojhilata Navîn yek ji sedemên herî sereke yên qirîzên tên jiyîne,û wiha axivî: “Piştî sed salan Rojhilata Navîn ji nû ve tê şêwegirtin. Lê nûnerên YE ne xwe dî ti rêyên çareseriyê ne ji bo sed salên dehatûyê.”
DIVÊ ŞAŞÎTIYÊN BERÊ LI BER ÇAVAN BÊN GIRTIN
Demîrtaş da zanîn ku Rojava demên dirêj li ser dîtatorên Rojhilata Navîn qontrol pêk anîne û aramî avakirye û wiha pêde çû: “Rojhilata Navîn beriya Sed salan radestî dîtaroran hatibû kirin û li pêşiya demorasiya ku li ser van xakan pêş bikeve girtin. Çavên xwe li dîtaroran girtin. Rojava, aramiya li Rojhilata Navîn bi rêya dîtaroran diparastin. Bi rêya zextan ti caran dîtaroran ev nedikirin. Bi dîktatoran re kar kirin hêsan e. Ji ber ku dikarin her tiştên welatê xwe bifiroşin. Di heman demê de di welatên xwe de rê li ber mezinkirina pirsgirêkan jî vedikirin. Îro li Sûriye, Iraq, Tirkiye û li gelek herêmên welatan van encamên vê dikişînin. Em bi bîr bînin dema ku Sedan li Irakê zilim û qirkirin bi serê Kudan û civak xwe di anîn, Ewropa ev di pejirand. Hafiz Esad, Beşar Esad jî bi vî awayî bû. Rojava li gel van bi awayekî hêsanî hevpeymanên petrol û çekan dikirin. Li aliyê din pirsa çima 2 milyon koçber ji Afrîka, Afganîstan û cihên din ên cuda berêxwe didin Ewropa dikin, Siyasetmedarên Ewropayî divê li şaşîtiyên xwe yê berê kirine temaşe bikin.”
BI PIŞTGIRÎKIRINA ERDOGAN RE HEMAN ŞAŞÎTÎ TÊN DUBAREKIRIN
Demîrtaş bal kişand ser nirxandinên têkildarî kirîza koçberan û xuya kir ku qirîza koçberan yek ji kêmasiya xelekek a zincrê ya ji beriya sed salan hatine kirin û şaşîtiyên berê tên kirin hê jî tên dûbarekirin. Demîrtaş wiha anî ziman: “Tayyîp Erdogan û kesên mîn wî ji aliyê Ewropiyan ve bi awayekî baş tên pêşwazîkirin. Bi tayber ji bo hevpeymana koçberan bikeve meryetê hew didin ku wî aciz nekin. Erdogan bajarên Kurdan dişewtîne û hildeweşîne, qetlîaman dikin. lê mixabin deng ji YE dernakeve. Eger ku çav li Erdogan bê girtin û bi Distûra Bingehin dîktatoriya xwe ava bike û Tirkiye sibehê re amadeye, eger ku 40 milyon li Ewropayê bibin koçber di vê rewşê de hûnê çi bikin? Em li hember vê li ber xwe didin. Em ji bo ku li welatê me demokrasî bibe li dijî rejîma dîktatoriyê dibin asteng.”
Erdogan dixwazin wan ji perlemtoyê derxinin û di hema demê de jî ji bo ku Kudên li Sûriyeyê û Iraqê bi hêz nebin jî astengiyan derdixînin û wiha axivî: “Îro yên ku herî zêde li dijî DAIŞ’ê têkoşînê didin Kurd in. Lê Erdogan Kurdan weke terorîst dide nîşandan, lê ki hember rêxistina terorîstî ya li cihanê herî hov nikare tenê rexeneyekê jî bike.”
Demîrtaş diyar kir ku welatên mîna Siûdî Erebîstan, Qeter û Tirkiye ku bi vekirî piştgirî didin rêxistinê terorîst ên mîna El Nûsra, Ahrar El Şam û DAIŞ û wiha got: “Lê bi hema awayî piştgirî nadin Herêma Ferderala Kurdistan û Rêveberên Rojava yên ku bi qehremanî li dijî DAIŞ’ê têkoşînê dimeşînin. Gelo di vê demê de pirsgirêka koçberan wê bi Erdogan yan jî bi Kurdên ku li dijî DAIŞ’ê têkoşînê dimeşîn ve bê çareser kirin. En dixwazin ku hûn di vê demê dîrokî de piştgirya bi gelê me re mezin bikin. Ji ber ku em li ser navê hemû mirovatiyê, bi navê demokrasî û aştiyê li ber xwe didin.”
EM BANGA PIŞTGIRIYA BI HDP’Ê RE DIKIN
Demîrtaş destnîşan kir ku ji bo careke din pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bê ser maseya muzakereyê divê her kes bikeve nav hewldanan, got her beşên ku li Tirkiyeyê aştiyê diparêzin terorîst têne îlankirin. Demîrtaş bal kişand ku mîtînga wan a aştiyê ku wê dawiya hefteyê li dar bixistana hate qedexekirin, diyar kir ku ji bo pêşketina siyaseta demokratîk divê Erdogan bi zimanekî tund bê rexnekirin û piştgiriya mûxalefetê bê kirin, bendewariya xwe ya piştevaniya bi wekîlên HDP’î re anî ziman.
ERDOGAN JINAN WEK MAKÎNEYA ZAYINÊ DIBÎNE
Demîrtaş destnîşan kir ku Erdogan xwe wek yekane xwediyê welat û civakê dibîne, her wiha têkîldarî jinê jî xwedî feraseteke paşverû ye, got: “Her tim ji jinan re dibêje zarokan çêkin. Dibêje Misilman kontrola zayinê nake. Dema mirov li hejmara newiyan dinêre bi hêsanî tê dîtin. Bi xwe jî dike, an wê niha bi dehan zarokên wan hebûna. Ango, jinan wek makîneya zayinê dibîne û hewl dide wan ji derveyî jiyana siyasal, sosyal û aborî bihêle, tenê dixwaze li zarokan binêrin. Ev feraset ne feraseteke ku mirov li Tirkiyeyê qebûl bike. Jin nerazî ne. Li ser bedena wê tenê heqê wê heye.
Dibêje qey her tiştî dizane. Nihal i ser dîplomaya wî ya zanîngehê nîqaş hene, dibêjin sexte ye. Eger bi dawî nekiribe, nikare bibe serokkomar. Erê, ji bo mirovek demokrat bibe pîvan ne zanîngeh e, lê ji bo rastiyê jî pêwîst e ev rastî derkeve holê. Me hemûyan bi derewkariyê tewanbar dike, lê ew bi xwe zelaliyê nîne ser vê mijarê…”
Piştre Hevseroka Koma Dostaniya Kurdan Sibel Aslan axivî, wek temsiliyeta tûnela Gothartê diyariyek da. Li ser vê jî Demîrtaş gotina Erdogan a her tim dibêje “Me rê, pir çêkirin, Ewropa ji me diqehere” û got: “Ji Serokkomarê me neqeherin.” Li ser vê qenekî bilind ji salonê bilind bû.
BI WEKÎLAN WÊNEYEKÎ KOMÎ KIŞAND
Piştî rûniştinê, Demîrtaş bi wekîlan re wêne kişand, piştre li heman cihî tevlî civîna çapemeniyê bû. Demîrtaş û heyeta pê re, piştre çûn serdana Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst û heman demê de Serokê Komîtiye Têkîliyên Derve yên Senatoyê Chrîstîan Levrat. Dûvre wê heyet bi Sekreterê Wezareta Têkîliyên Derve Yves Rossîer û Serokê Senatoyê Raphael Comte re bicive. Demîrtaş sibehê wê li Komîsertiya Mafên Mirovan a NY rêzehevdîtinan pêk bîne, her wiha wê bi Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parlamenterên Navneteweyî Martîn Chûngong re bicive. Piştî wê jî wê tevlî mîtînga li pêş Parlamentoya Federal a Bernê bibe.