YE û Brîtanya di mijara Brexit de li hev kirin

Li Brukselê beriya civîna YE ku wê di rojên pêşiya me de were kirin daxuyanî hate dayîn û hate ragihandin ku derketina Brîtanya a ji YE di mijara Brexit de bi rêjeyeke mezin li hev kirine.

Li ser navê YE Michael Branier yê ku muzakereyên Brexit bi rê dibe, got ku bi taybet têkildarî piştî dema Brexitê di mijara dema derbaskirinê de amade ne ku li hev bikin. Dema lihevkirinê ya ku Barnier destnîşan dike dema ku planên Brexit bi fermî dest pê bike, ji Adara 2019’an heta 31’ê Kanûna 2020’an digire nava xwe.

Li gorî vê Brîtanyayê mafên xwe yên hevpar bi bazara YE heta dawiya 2020’an parast. Di vê dema derbasker de divê YE û Brîtanya ji sala 2021’an şûnde peymanên bazirganiyê yên derbasker îmze bikin.

Di encama muzakerayn de welatiyên welatên YE û Brîtanya wê heya dawiya 2020’an ji mafên xwe yên heyî sûdê bigirin.

Di encama referandûma Hezîrana 2016’an de biryar hatibû dayîn Brîtanya ji YE derbikeve. Ev salek e muzakerên Brexit didomin û 27 welatên YE wê roja Pençşem û Înê li Brukselê bi civînekê biryarê bidin.