YE rapora krîtîk a Tirkiyê eşkere dike!

Endamê ji Berfirehbûna Yekîtiya Ewropayê Berpirs Johannes Hahn Sêşema bê wê rapora derbarê pêvajoya endamtiya Tirkiyê ya YE’yê eşker bike. Tê payin ku rexneyên tund li rejîma Erdogan were kirin.

Diyar bû ku Endamê ji Berfirehbûna Yekîtiya Ewropayê Berpirs Johannes Hahn çend rojan şûn de wê raporekê derbarê pêvajoya endamtiya Tirkiyê de eşkere bike. Tê payin ku di raporê de rexneyên tund li ser desthilatdariya Erdogan hene.

Rapora ku rewşa welatên ku muzakereyên endamtiya YE’yê bi wan re tê kirin tê vegotin û beriya niha bi navê ‘rapora pêşveçûnê’ hatî binavkirin ji hêla burokratên ji berfirehbûna yekîtiyê ve berpirs têne amadekirin. Tê payin ku rapora nû Sêşemê ji hêla Hahn ve were eşkerkriin.

Di raporê de ku karneya wan welatan e ku dixwazin bibin endamê Yekîtiya Ewropayê li ser Tirkiyê, Sirbîstanê, Montenegro, Bosna-Hersek, Komara Mekadonya, Arnavût û Kosavayê wê nirxandin werin kirin. Ajansa Avûstûrayayê APA bi nûçeyê diyar kir ku li gorî kulîsên Brûkselê di rapora derbarê Tirkiyê de rexneyên tun dli ser rejîma Enqerê hene.

Di raporê de wê were gotin ku li Tirkiyê cihêtiya hêzan bi temamî rabûye û were gotin ku hiqûq û dadmendî ne serbixwe ye. Her wiha di raporê de tê gotin ku divê rageşiya di navbeyna Tirkiyê û Yewnanîstanê de were çareserkirin û ji ber dagirkeriya li ser Efrînê rexneyên tund wê li desthilatdariya Erdogan were kirin.

Her wiha tê gotin li gel van rexneyan jî wê were gotin ku bi rejîma Erdogan re ew dilxwaz in ku peymana penaberan domdar bibe. Wê ti pêşniyar neye kirin ku Ye pozisyona xwe ya derbarê Tirkiyê de biguherîne.

Bi gotineke dî li gel dagikeriya li ser Efrînê, komkujiyan, binpêkirina mafan di raporê de ji bo demeke kurt, navîn û dirêj nayê payin ku li ser desthilatdariya Erdogan biryara pêkirinê ya ku pêvajoya endamtiyê bi dawî bike.

Ev rapora ku ji hêla Hahn ve wê were eşkerkirin, piştî 15’ê Tîrmehê hewldana darbeye wê bibe rapora pêşî ya YE’yê.

LI SER MERKEL ZEXTA PEREYAN A BRÛKSELÊ

Her wiha nîqaş bê ka kîjan welat wê 3 milyar Euroyên nû yên ji bo peymana penaberan a di navbeyna YE-Tirkiyê de, bide geş dibe. Yek ji rojnameya navdar a Avûstûryayê Der Standdartê ragihand  ku hikûmeta Elman a federal a bi pêşengiya Angela Merkel ber pê naye ku para ku ketî ser bide.

Beriya niha jî 3 milyar û 500 milyon Euro yên ku dabûne rejîma Erdogan li gel ku ji qaseya Elmanya derketibû jî, diyar bû ku Merkel vê carê zextê li Komîsyona Ewropayê dike ku pere ji qaseya Brûkselê derkevin.

Beriya niha Serokê Komîsyona YE’yê Claude Juncker gotibû bi çarçoweya peymana penaberan wê 3 milyar Euro di demeke nêz de bidin Enqerê.