YE: Her ku diçe Tirkiye ji YE’yê dûr dikeve

Di rapora pêşveçûnê ya Komîsyona Ewropayê de, hate diyarkirin ku her diçe Tirkiye ji endamtiya YE’yê dûr dikeve. Di raporê de bang hatekirin ku divê Enqere ‘Bê ku direng bixe Rewşa Awarte’ bi dawî bike.

Komîsyona Ewropa ya ku saziya rêvebirina Yekîtiya Ewropa (YE) ye, rapora têkildarî pêşveçûna Tirkiyeyê eşkere kir. Rapor ji aliyê endamê berpirsê ji pêşketinên Komîsyona Ewropayê Johannes Hahn ve li civîna çapemeniyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate eşkerkekirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku Tirkiye her diçe bi ‘gavên mezin’ ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve, bi taybet pêkanîna Rewşa Awarte û rêgezên binpêkirinên hiqûqî bi zimaneke tund hate rexnekirin.

Hate diyarkirin ku bi taybet piştî hewldana darbeyê, bi dirêjkirina Rewşa Awarte û di vê demê de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ya li welat, ne tenê yên darbe pêkanîn, komên muxalîf jî bûne hedef.

Di raporê de hate bibîrxistin ku pêkanîna Rewşa Awarte ‘ne di cih de ye’ û bi deh hezaran kes li girtîgehanin, karê Meclîsê hatiye sînordarkirin, hêza meclîsê kêm bûye, li gel vê biryarên Serokkomariyê zêdetir bûne. Saziyên civaka sivîl di bin zextan de ne, civînên aştiyane yên komên muxalîf hatine astengkirin. Di serî de Parlementerên HDP’ê di nav de gelek kes di girtîgehê de ne. Bi pêkanînên Rewşa Awarte re biryarên rêveberiyê ji kontrolê hatine derxistin.

Johannes Hahn ê rapor eşkere kir wiha got: “Her ku diçe Tirkiye di warê hiqûqê û mijara mafê bingehîn ê mirovan de bi gavên mezin ji YE’yê dûr dikeve.” Hahn, wiha pêde çû: “Komîsyon ji bo Tirkiye vê rewşê vegerîne bang dike û di raporê de bi awayê vekirî pêşniyar hatin kirin.”

Komîsyona Ewropayê her salê ji bo Tirkiye û welatên din ên endamên YE’yê, têkildarî kirîter û pêkanînên YE’yê de rapora pêşveçûnê eşkere dike.

Di rapora pêşketinê de têkildarî Kurdistanê jî ev tişt hate gotin: “Her çendî mafê hikûmetê yê têkildarî têkoşîna bi terorê re hebe jî, di heman demê de hikûmet neçare rêz ji mafê mirovan re bigire, ji azadiya mafê mingehîn û bê rêkûpêk pêkanîna hêzê jî berpirs e.”