YE: Em ji Erdogan natirsin; divê Tirkiye rêveçûyîna xwe rast bike

Ji Komîsyona YE a di rûniştina PE’yê de Hahn axivî û wiha got: “Em ji rewşa Başûrrojhilatê Tirkiyeyê bi fikar in. Di yek carê de rakirina destlênedayîna ewqas parlamenteran jî em bi metirsîdar dibînin.”

Ji Komîsyona YE a di rûniştina PE’yê de Hahn axivî û wiha got: “Em ji rewşa Başûrrojhilatê Tirkiyeyê bi fikar in. Di yek carê de rakirina destlênedayîna ewqas parlamenteran jî em bi metirsîdar dibînin.” Endamên PE’yê diyar kirin ku Erdogan mîna dîktatoran e, daxwaz kirin ku hewldanê wî bên astengkirin. Di rûniştinê de bangên piştgiriyê bi Kurdan û HDP’ê re jî hatin kirin.

Di parlamentoya Ewropayê (PE) de, rûniştinek bi mijara “Li Tirkiyeyê rakirina destlênedayîna parlamenteran û bandora wê” hate lidarxistin.

Komîserê Berfirehiyê ya Komîsyona YE’yê Johannes Hahn, di axaftina xwe ya rûniştinê de wiha got:

“Ji rewşa Başûrrojhilatê Tirkiyeyê em bi metirsîdar in. Rakirina destlênedayîna ewqas parlameteran a ji aliyê Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) ve em bi metirsîdar dibînin. Eger bê rakirin jî divê cudakarî neyên kirin. Divê li gorî rêgezên dewleteke hiqûqî tevbigerin. Kirîter hene ku Tirkiye li gorî wan tevbigere. Ez jî weke we tevahiyan, rêya ku Tirkiye dişopîne bi fikar û metirsîdar dişopînim. Ji bo rastkirina wê divê Tirkiye tiştekî bike. Kirîterên demokratîk ên YE hene. Tiştek mîna “Şêweyê demokratîkbûna Tirkiyeyê nabe, na!

Em ji Erdogan natirsin. Li holê cîrantiyek û gotûbêj û muzakereyên me hene. Hewldanên me ew e ku mafê mirovan û berfirehkirina demokrasiyê li Tirkiyeyê pêk were.”

ENDAMÊN PE: ERDOGAN DÎKTATOR E; XWEDÎ LI HDP’Ê DERKEVIN

Di rûniştinê de endamên PE mafê axaftinê girtin û wiha anîn ziman:

Crîstîna Dan Perda (PPE) wiha got: “Rakirina destlênedayîna ewqas parlamenteran û hem jî piraniya wan li hember wekîlên Kurdan, em weke kom bi guman û metirsî pêşwazî dikin.”

Katî Pîrî: “Mixabin şidet bilind dibe. Êdî ji bo pirsgirêka Kurd demê çareseriyeke bi zanîstî hatiye. Ev hem ji bo gelê Kurd û Tirk baş e. Dibe ku HDP’ê ketibe kêmasiyan, lê ji bo li beramberî we muxalefetê dike, hûn nikarin destlênedayîna wan rakin. Eger hûn dixwazin dawî li xwînê were, ev pirsgirêk ji kokê ve were çareserkirin, divê çareserî heta dawiyê were, divê muzakere destpê bikin.”

Mark Demesmarker: “Rejîma Tirkiyeyê rejîmeke provakasyonker e”

Alaksander Lamsdorf: “Rakirina destlênedayîna ewqas parlamenteran antîdemokratîkbûn e. Ev ê aramiya polîtîkayê ya heyî jî ji holê rake. Pirsgirêka Kurd hatiye rewşeke pir girîng. Hewldaneke li dijî HDP’ê bi xwe ye. Li Tirkiyeyê darezandineke azad û bêalî nîne. Li Taksîmê, me di qada çapemeniyê de dît êdî darizandinekî azad û bêalî nîne.”

Zammer: “Destlênedayîna HDP’ê piştî serkeftina di hilbijartinê de ji aliyê Erdogan ve hate rojevê. Li Tirkiyeyê dixwazin rejîmeke li ser tirsê ava bikin.”

Bodel Balero: “Peyam ev e, ‘ Di Meclîsa Tirkiyeyê de hûn bendê derbas nakin, dema derbas jî bikin ev rewşeke bi xeter e. Rewşa ku niha HDP’ hevrû hatî bi zelalî ev e.”

Fabîo Kastaldo: “Êdî li Tirkiyeyê bikaranîna dengan ti wateya xwe nemaye! Ya ku li HDP’ê û Kurdan tê kirin vê dide nîşandan.”

Eleftherîos Synadînos: “Dema ku Tirkan li Asyaya Navîn li ser pişta hespan talan dikirin, Kurd li ser vê xakê dijiyan. Dixwazin serê Kurdan jê bikin û bipelçiqînin.”

Renato Sommer: “Erdogan dixwaze muxalîfên heyî bipelçiqîne, hê zêdetir dengan bigire û bibe serok. Ji bo Tirkiyeyê, endamtî pir zehmet e. Divê ti kes li hember hewldana li beramber HDP’ê bêdeng nemîne. Bajarên mîna Nisêbînê bi top û tankan hatin hilweşandin û bi erdê re kirin yek. Em vê qebûl nakin. Erdogan dixwaze bi zextan Kurdan îmha bike, HDP’ê jî bi zextan bêdeng bike, Dixwaze çapemeniyê jî bêdeng bike. Serokwezîrê xwe ji peywirê girt. Komîsyona YE hê jî gotinên bi metirsîdar dikin. Ev bêdengî heta kengî wê bidome.”

Maretje Schaake: “Divê HDP li Meclîsê nûnertiya Kurdan bike û vê bidomîne. YE jî ji bo ewlekariya xwe biparêze divê tewrê xwe diyar bike.”

Ska Keller: “Destlênedayîn bi zelalî mûxalîfên Kurd dikin hedef. HDP, ne tenê ji Kurdan pêk tê, lê desthilatdar van ne weke muxalîf, weke “Yên din” dibîne. Bajaran dişewitînin û hildiweşînin. Ev net têkoşîna li dijî terorîzmê ye. Em weke YE’yê bi nêzîkatiyên xwe cesaretê didin Erdogan; bihêztir dikin.”

Karvîn- Mikke: “Hîtler jî mîna Erdogan heman tişt kir; encam li holê ye...”

Endamê Elman yê li şûna Komîsyona Têkiliyên Derve yên PE Elmor Brok axivî û wiha got: “Kesên ku mirov bişopînin ne Pûtîn ne jî Erdogan in. “

Josef Weîdenhozer: “HDP dive ku kêmasî kiribin, lê HDP û Demîrtaş, bê ku gumanekê bikin çareseriyên polîtîk û demokratîk dixwazin. Divê heta dawiyê piştgirî bê kirin.”

Vargîat: “Erdogan di nava dîktatoriyeke jirêderketî ve diçe, em rê nadin vê. Her endamê PE, wekîlekî HDP’î mîna ‘Bira-Xwişk’ îlan bike û di nava her şert û mercan de xwedî lê derkeve.”

Ernst Maragal: “Tam beriya salekê Kurd bi komeke gelek girîng û mezin û bi hêvî ketin Meclîsê. Niha jî hêvî berovajî bi êrîşeke desthilatdariyê re hevrû ye.”

Georgîoûs Epîtîdeîos: “Hey PE! We dîreksiyon deya destê Erdogan! Niha jî firêna wê sist bûye, tikayê dikin. Erdogan dîktatorê Tirkan e.”

Elana Valencîano: “Erdogan ketiye otorîteriyeke pir jirêderketî. Divê li Tirkiye aştî û demokrasî bê avakirin. Yan jî YE li gel xwe nabîne! Erdogan jî wekî hemû dîktatoran pêwîstiya wî bi dijminê wî heye. Yên ku weke dijmin jî dibîne Kurd in, HDP’î ne. Erdogan li dijî Kurdan di nava şerekî de ye.”

Ûlrîke Lancek: “Erdogan di salvegera hilbijartina 7’ê Hezîranê ya ku di meclîsê de winda kir, dixwaze heyfa 7’ê Hezîranê rake. Jixwe Erdogan pir ji sembolan hez dike. HDP xisteye hedef ji bo xwe.”

Josû Jûarîstî Abaûnz: “Erdogan ne tenê HDP’ê, parçeyên biçûk ên demokrasiya Tirkiyeyê kirine hedef! Gelê Kurd kiriye hedef. Divê em ji bo vê bêjin “Êdî bes e!”

Ana Bomes: “Ya ku Tirkiye dike îhtimala êrîşa duh a li Stenbolê ye. Mixabin ev ne bi şer bi gotûbêj û muzakereyan çareser dibe.”

Martîna Machels: “Êdî divê YE’yê dev ji axaftinê berde, ewlekariyan xurt bigire.”

Nikos Anroûlakîs: “Li dijî hewldanên engîsîzyona Erdogan banga piştgiriyê dikim.”

Sofîa Sakorafa: “Divê YE’yê polîtîkayên herêmê û Rojhilata Navîn ji nû ve ber çavan re derbas bike.”

Brando Banîfeî: “Erdogan bi rakirina destlênedayînê êrîşî li ser mafê gelekî, nûnertiya civakekî dike. Tirkiye rêyekî ya otorîteriyê dişopîne. YE’yê ji bo HDP’ê, destlênedayîn, dewleta hiqûqî, rewşa çapemeniyê û h.w.d têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re divê di ber çavan re derbas bike.”