YE dixwaze firotina çekan sînordar bike

Yekîtiya Ewropa (YE) li ser pêşnûmeyek ku hedefa wê sînordarkirina firotina çekan e, li hev kir, tê ragihandin ku wê nîqaşên li ser mijarê bidomin.

Yekîtiya Ewropa (YE) li ser pêşnûmeyek ku hedefa wê sînordarkirina firotina çekan e, li hev kir, tê ragihandin ku wê nîqaşên li ser mijarê bidomin.

Di civîna Wezîrên Karên Hundir a Yekîtiya Ewropa de sînordarkirina firotina çekan a li welatên Ewropa hate gotûbêjkirin. Wezîran li ser hişkkirina pîvanên tomarkirina çek û cebilxaneyên têne kirîn, li hev kirin.

Her wiha, wezîran qebûl kirin ku firotina çekan a ji ser înternetê bê sînordarkirin û firotina çekên otomatîk jî ji hejmarek û şûn de bên rawestandin.

Hate ragihandin ku li beramberî pêşniyarên sînordarkirina firotina çekan îtîrazên Polonya û Komara Çekê pêş ketine, her wiha Luksembûrgê jî ji ber sînordarkirin têrker nedîtine li dij derketiye.