YE: Bûyera Kurdan yek ji arîşeya herî dijwar a Tirkiyeyê ye

Di rapora pêşketinê ya Yekîtiya Ewropaye (YE) de li ser bûyera Kurdan tê gotin, "Yek ji arîşeya herî dijwar e ku dewlet pê dilebike."

Van rojan wê rapora Yekîtiya Ewropayê ya têkildarî muzakereyên endametiya Tirkiyeyê were weşandin û tê gotin, di raporê de wê were gotin ku ti hîmê ku hevdîtinan bidomînin nemane.

Hin beşên raporê ku van rojan wê were eşkerekirin li Elmanya di rojnameya heftane ya "Welt am Sonntag"ê de weşiya.

Di raporê de tê gotin ku ti hîmê ku bikaribin hevdîtinên endametiyê geş bikin nemane.

Di raporê de tê gotin Enqere ji 'dadmendî, serweriya hiqûqê, mafên sereke û azadiya derbirîna azadiyê gelekî bi paş ketiye' û tê gotin, ji Yekîtiya Ewropayê gelekî dûr ketiye.

D raporê de her wiha tê diyarkiriin ji bo ku hevdîtinên endamtiyê siberojê geş bibin divê Tirkiye Rewşa Awarte rake û her wiha tê bibîrxistin ku piştî hewldana darbeye 150 hezar kes hatin binçavkirin, 110 hezar karmend ji kar hatine kirin, di nav wan kesan de ku hatine desteserkirin 150 nûçegihan, nivîskar û parêzvanên mafê mirovan jî hene.

BÛYERA KURDAN

Di raporê li ser bûyera Kurdan tê gotin, "Yek ji arîşeya herî dijwar e" ku Tirkiye li rasta wê hatiye. Di raporê de helwesta YE'yê ya li bara PKK'ê tê dubarekirin û ji Tirkiyeyê dixwaze ku 'tundiya rêjedar' bi kar bînin.