Yaylali: Eger em taştê bûn, gelê Kurd jî bû firavîn
Redkarê wijdanî û aktîvîstê aştiyê Yannîs Yaylali diyar kir ku di dema Osmaniyan de Potnûsî jî mîna rewşa niha ya Kurdan hatine qirkirin û got, "Eger em bûn taştê, Kurd jî bûn firavîn."
Redkarê wijdanî û aktîvîstê aştiyê Yannîs Yaylali diyar kir ku di dema Osmaniyan de Potnûsî jî mîna rewşa niha ya Kurdan hatine qirkirin û got, "Eger em bûn taştê, Kurd jî bûn firavîn."
Yannîs Vasîlîs Yaylali ku berê weke leşkerekî dildar tevlî şer bû û piştî serpêhatiyên xwe biryar da ku bibe parêzvanekî aştî û biratiyê ji ANF'ê re axivî.
Yaylali diyar kir ku wî 20 salên xwe yê destpêkê weke Tirkekî, 20 salên piştî wê bi piştgiriya bi Kurdan re derbas kiriye û 20 salên bê jî wê weke Pontûsekî di nava têkoşînê de derbas bike. Yaylali got, "Mirov dikarin bêjin ku di komkujiya Roboskî de dewlet li ser sûc hate girtin. Malbatên Roboskî û em, ji bo komkujî neyê nixumandin û kiryar werin darizandin, ev 6 sal in em têdikoşin."
'SERPELÊ KU FERMAN BI CIH ANÎ, BI KOMKUJIYÊ RE MIR'
Yaylali diyar kir ku beriya komkujiya Roboskî rû bide, ji yekîneyên herêmî heta qedemeya jorîn her kesên pêwendîdar ên li nava artêşê zanîbûn ku yên ji sînor derbas bûne sivîl in û qala wê wextê kir: "MÎT bi zanebûn li Roboskî manîpulasyonê dike. Hemû operasyon bi agahiyên ji aliyê MÎT'ê ve hatine dayin hatine kirin. Lê belê piştî komkujiya Roboskî, hemû kiryarên xwe înkar kirin. Biryargeha Fermandariya Giştî hemû nirxandinên çavkaniyên herêmî ji nedîtî ve hat û fermana komkujiyê da."
Yaylali bi bîr xist ku serpel (yuzbaşi) yê wê rojê sivîlên li ser sînor bi balafirên bê mirov 4,5 saetan şopand, tevî ku agahî da ku yên derbas bûne sivîl in, komkujî hate kirin. Yaylali got, "Eger ne şaş bim, min li rojnameyekê xwend; wî serpelî alîkariya psîkolojîk digirt. Ev pîlot gelo dikare mîna dema beriya komkujiyê bijî?
Ev yek fermana ne qanûnî ye. Çavê wan dibîne, bi saetan jî dişopîne, dibîne ku sivîl û zarok in. Bi israr ji fermandarên xwe re dibêje ku ew sivîl in. Dibe ku zarokên wî jî tê ber çavên wî, lê bele nikare li ber fermanê rabe û rê li ber mirina 34 kesî vedike ku piraniya wan zarok in. Bi dîtina min, ev mirov jî tevî 34 canên me miriye. Ji niha û pê ve heta mirinê wê bi vî gunehî bijî. Eger hesabê vê nede, rû bi rû nemîne, wê mîna miriyekî zindî lê were."
BANGA LI SERPEL
Yaylali bi dewamî got, "Dibe ku ji wan hebe ku niha dosya Roboskî girtibin, lê belê dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin derbas nabe" û anî ziman ku dosya Roboskî wê rojekê ji nû ve vebe û darizandinê dest pê bike. Yaylali bang li serpel jî kir û got, "Rûbirûbûn firsendek e. Eger naxwaze tişta ku kiriye wî hêdî hêdî birizîne, bi rengekî vekirî bang li wî serpelî dikim; bila tevî parêzerên me tiştên zane parve bike û pêvajoya darizandina sûcdaran ji nû ve dest pê bike."
Yannîs Yaylali da xuyakirin ku berxwedana gelê Roboskî bandoreke mezin li wî kiriye û got, dema ku li Qilabanê bû ji bo tevlî merasîmeke cenaze bibe hate girtin. Yaylali anî ziman ku destpêkê ew birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, ji wir birin girtîgeha bi ewlekariya bilind a hejmara 2'an a Xarpêrtê û got, "Dema min a girtinê bi temamî di hucreya yek kesî de derbas bû."
'EM LI SER AXA XWE BÊXWEDÎ MAN'
Yaylali destnîşan kir kir ku di dema Osmaniyan de Potnûsî jî mîna rewşa niha ya Kurdan hatine qirkirin û got, "Eger em ji bo Osmanî û yên piştî wan bûn taştê, gelê Kurd jî bû firavîn. Ewilî ji gelên ne Misilman dest pê kirin, piştre heta gelên Misilman ên ne Tirk dewam kirin û polîtîkayeke tekkirinê li vê erdnîgariyê meşandin. Ji bo vê jî serî li her rê û rêbazê dan.
Asîmîlasyon, dûrxistina ji rastiya xwe, cihguhertina bi darê zorê, komkujî û qirkirin. Em teslîmî van kiryaran nebûn, li dijî qirkirinê me li ber xwe dan, lê belê vê yekê têrê nekir ku em niha li ser axa xwe bêxwedî ne. Niha ziman, çand, govenda me, her tiştên me li ber tinebûnê ne."
'LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ GELÊ KURD DIVÊ HELWESTEKE HEVPAR BÊ NÎŞANDAN'
Yaylali got, "Eger gelên li vê erdnîgariyê berê xwedî li hev derketibûna, rewşa me wê ne ev bûya" û di dawiya axaftina xwe de got, "Niha jî di bin navê têkoşîna dijî PKK'ê de heman polîtîka li dijî Kurdan tê kirin. Tişta ku me berê nekarîbû bikira, bêyî ku em her tiştî ji dest bidin divê em niha bikin. Ji bo vê jî li dijî êrîşên li ser gelê Kurd divê helwesteke hevpar bê nîşandan.
Lewma her desteka di vê çarçoveyê de ji gelê Kurd re bê nîşandan wê were wateya desteka ji bo hebûna xwe. Eger xeleka dawî ya zincîra gelan têk biçe, yên winda bikin wê gel bin."