Yaşar Kemal piştgirî da berxwedana Parqa Gezî
Yaşar Kemal piştgirî da berxwedana Parqa Gezî
Yaşar Kemal piştgirî da berxwedana Parqa Gezî
Nivîskarê navdar ê wêjeya Tirk Yaşar Kemal, berxwedana li Parqa Gezî destpê kir û li tevahiya Tirkiyê belav bû, bi gotareke li rojnameya Îtalyayê La Repubblica nirxand. Kemal di nivîsa xwe de got, "Ya niha ji me re pêwîst e, rejîmeke demokratîk e, ne zextên dij mirovahiyê ye. Ev zext êdî Bese. Pêwistî bi tolerans û hurmetê heye. Bila hukûmet guh bide vê girseyê."
Nivîsa Yaşar Kemal a li rojnameya La Reupubblica we haye: "Mîna ku her tim dibêjim û piştgiriyê didin; cîhan bexçeyekê gulan e. Li wê derê bi hezaran kulilk reng didin û her yek ji wan xwedî bêhnekê ye. Cîhane me bi hezaran kulîlkên reng û reng, bedew dibe. Çand bi van bewdewtir dibe. Lê eger gulek bê tinekirin, reng û bêhna wê, wê cîhanê tine bike. Tinekirina çandê di heman demê de tinebûna mirovahiyê ye. Lê bila baş were zanîn, ku tenduristî, hêz û rastiya civakekê, gava tolersa hebe, diyar dibe. Eger zilm hebe, hingî wê bê rehm be, qels bibe û afirîneriya xwe wenda bike. Nijadperestî jî nexweşiya herî giran e. Û ev hêrsa li dijî azadiya ramanê û demokrasiyê, ji bo nifşê me bibe felaketê, roleke mezin lîstiye. Îro di rejîmeke demokratîk de divê ti carî zext nebe. Pêwistî bi pergaleke rastî ya demokratîk heye. Ji ber ku demokrasî pêwistiyeke. Divê di rejîmekê de, heysiyeta herkesî hebe û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar nemîne. Rizgarkirina rûmeta me, nanê me û dewlemendiya çanda me, di destê me de ye. Werin em hemû ji bo demokrasiyek rastî dest bidin hev, dil û mejiyê xwe bikin ye. "