Ji bo gerîlayê HPGê Hakan Tezel (Masîro) konê sersaxiyê hate vedan û konê şînê bi girseyî tê ziyaretkirin. Meclîsa Jinan a BDPê, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, xebatkarên şaredariyê û bi sedan kes çûn serdana konê şînê.
Gerîlayê HPGê Hakan Tezel (Masîro) yê ku di operasyona nokteyî ya di 31 Kanûna 2012an de li navçeya Licê ya Amedê bi 9 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, piştî duh li Êlihê hate definkirin serdanê sersaxiyê tên qebulkirin.
Ji bo gerîlayê HPGê Hakan Tezel (Masîro) konê sersaxiyê li ber derê malbatê yê li pişt mala Mamosteyan a taxa Bahçelîevlerê hate vedan. Konê ser sarsaxiyê bi girseyî tê ziyaretkirin. Alîkara Şaredarê Êlihê Gulîstan Ake, Meclîsa Jinan a BDPê, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, xebatkarên şaredariyê û gelek kesên din konê şînê ziyaret kirin. Girse bi meşiyan û slogana Şehît namirin çûn be kon.
Li konê şînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, HPGî Tezel û 9 hevalî wî û alên KCK û PKK hatin daliqandin. Girse ji aliyê malbat û rêveberê MEYA-DERê ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de dua hatin xwendin. Di merasîmê de demên hestiyar hatin jiyîn.
Di merasîmê de xwişka Tezel, Sultan Tezel, axaftinek kurt kir û wiha got: "Hakan tenê şehîdê me nîn e şehîdê hemû Kurdistanê ye. Hakan 17 salî bû. Lê rihê wî mezîn bû. Evîndarê çiyayê Kurdîstanê bû. Bila serê Kurdîstan, Serokatî û gerîlla sax be.