Xwişka wê di gora komî û bavê di girtîgehê de ye

Xwişka wê di gora komî û bavê di girtîgehê de ye

Girtiyê bi navê Kemal Aydin yê nexweşê giran yê dile û xebatkarê YAKAY-DER’ê bû di çarçoveya doza KCK’ê de girtiye, bi salan e li hember nexweşiyê têdikoşe. Keça wî Axîn Aydin jî ku bi salane aqûbeta wê nayê zanîn derket holê ku di gora komî ya Dêrsimê ya Alîbogazê de ye.

Jiyan Aydin ku hesreta bav û xwişka xwe dijî dibêje: “Kengê bavê min bê berdan û goreke xwişka min hebe, wê demê dê Aştî pêk bê."

Axîn Aydin dema tevli gerîla bû hêj 14 sal bû.  Axîn ligel malbata xwe ji ber zextên dewletê di surgunê de jiya. Ji temenê biçûk de di nava tevgera kurd de cih girt. Apê wê Abdulkadîr Aydin û mezinên wê yê din jî di heman rê de têkoşiya bûn.  Di 17’ê Cotmeha 1996’an de  li Alîbogazi bi 3 hevalên xw re ketin kemînê û 16 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ew jî wek Apê xwe di gora komî de hat çalkirin.  Dayika wê Muruvvet Aydin û xwişka wê Jiyan Aydin çîroka jiyana wê ji ANF’ê re parve kir.

Di 12’ê ÎLONA 1980’AN DE JI DAYIK BÛ

Axîn di 12’ê îlonê de ji dayik bibû.  Dayika wê ji ber qedexeya derve l imalê anîbû dinê. Bavê wê ji ber zextan koçî Sakaryayê kiribû.

Dayika Axînê, Muruvvet Aydin wiha dibêje: “Ji berk u hesreta welatê me di dilê me de bû û rojeke ne xweş bû, min navê keça xwe Axîn danî. Zaroka min a ewil di 1979’an de ji dayik bû. Hevserê min wê demê di girtîgehê de bû. Zaroka min ji ber nexweşiya broşîtê dema 60 rojî bû mir. Axîn coş û kulîlka vê malê bû.  Di nava xizanî û zextan de hêz da me.  Ji ber ku bavê wê di nava têkoşînê de cih digirt, Axîn bû şahidê gelek tiştî. Di salên 90’î de mereqa wê zêde bibû. Hem çûyîn apê wê Abdulkadîr Adyin, hevalên bavê wê û zextên li ser malbata me bdnorek mezin li ser wê kiribû.

Wê demê rojnameyên Berxwedan û Serxwebûn dihatin mala me.  Nivîsên wêb i dehan carî dixwend.  Em diçûn ku derê behsa wan nivîsan dikir. Bi coş û baweriyek mezin ev dikir. Di 12 saliya xwe de pir cidî û samîmî bû.  Bandor li ser mirovan dikir. Li Sakaryayê ji ber ku pir kes dihatin mala me diçûn û dihatin bala taxê kişandibû.  Gelek kesî  em wek terorîst didîtin û em gilî dikirin. Ji ber vê em hatin Stenbolê.  Axîn 14 salî bû.  Xwe pir tenê hîs dikir.  Êdî kesên berê dihatin mala me tune bû. Ji min re digot ‘dayê ez pir teng dibim.

EW DILÊ WÊ YÊ MEZIN GIHIŞT ÇIYAN

Dayika wê wiha pê de çû: “Zêdetir polîtîk bû. Çûyîna Apê wê û mezinên wê bandorek mezin li ser wê kir. Bi kesên temenê wê re derdê xwe parve nedikir.  Di 14 saliya xwe de çû.  Di 16 asliya xwe de di 17’ê cotmeha 1996’an de bi 3 hevalên xwe re şehîd ket.  Ji me re hat gotin ku li nêzî Alîbogazi li gundê Haydar Alpaslan hatiye definkirin.  Dilê wê gelek xweş û bi merhemet bû.  Di temenê xwe yê biçûk de di fabrakayê de dixebitî. Dilê wê mezin bû û  gihişt çiyan.

JI MIN RE DIGOT SERBILIND BE

Xwişka wê Jiyan Aydin jî  diyar kir ku ligel hesreta xwişka wê, hesreta bavê wê  yê li girtîgehê de ye jî zêde bûye û got: “Ger bav êmin neketiba girtîgehê dê me bo Axînê serî li ÎHD’ê bida.” Jiyanê bîranîneke bi xwişka xwe Axînê re wiha vegot: “Em li Sakaryayê li fabrîkayê dixebitin. Her sibe em bi hev re diçû. Hemû taxê li hemberî me helwest nîşan dida.  Hemû zarokên taxê em cuda dîtin.  Vê qet bandor li ser Axînê nekir. Wê her tim bi destê min digirt, serê wê bilind bû.  Rojekê dîsa heman nêzîkatî nîşanê me dan. Ez  gelek xemgîn bûm. Lê Axînê ez dam sekinandin û got; Em kurdin, em ji vê jî serbilindin. Tu jî serê xwe qet nede ber xwe.”  Ji wê rojê û şûnde ez her tim bi serbilindî tevgeriyam.  Bavê min jî li girtîgehê nexweşe. Ji ber ku 14 rojan ketibû gireva birçîbûnê cezayê hucryê dan bavê min. Doktran got ew divê tenê neyê hiştin. Li ser vê biryar şunde girtin. Niha jî 11 meh qedexeya danîna têkiliyê danê.  Ji bo min aştî ancax bi berdana bavê û dîtina gora Axînê dê pêk bê.”