Xwendekarên Zanîngeha Zurichê ji bo Efrînê meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Zurichê tevî hîndekaran ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar bikin ber bi konsolosxaneya Tirk ve meşiyan û got, "Em ê li pêşberî dagirkeriyê bêdeng nemînin."

Nerazîbûna gelan a li qada navneteweyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê dewam dike. Komeleyeke xwendekaran a Zanîngeha Zurichê ya bi navê UNI VON UNTEN; bi banga "Defend Afrin" (Efrînê biparêze) çalakiyek ji bo Efrînê li dar xist. Bi sedan xwendekar û hîndekar bi vê bangê li hev civiyan û bi meşekê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk dan. Beriya destpêkirina çalakiyê de pankarteke mezin a bi nivîsa "Rojava biparêze" li kantîna zanîngehê hate daliqandin. Xwendekarên Zanîngeha Zurichê ji bo Efrînê tevahiya rojê li ser piya bûn.

'BIJÎ TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELAN'

Bi sedan xwendekar destpêkê li avahiya bingehîn a Zanîngeha Zurichê li hev civiyan û heta Zurich ETH Universitet meşiyan. Xwendekaran pankartên bi zimanê Elmanî yên bi nivîsa "Her der Efrîn e, her der berxwedan e", "Piştî û berxwedan ji bo Efrînê", "Efrînê biparêze", "Pêşî li terorîzma Erdoğan bigirin", "Bijî Rojava" hildan û dirûşmên "Leşkerên Tirk ji Kurdistanê bicehimin", "Ewropa fînanse dike, Tirkiye dikuje", "Her de Efrîn e, her der berxwedan e", "Bijî têkoşîna hevpar a gelan" qîriyan.

Bi beşdariya bi sedan xwendekarî li nava zanîngehê meşeke bi heybet hate kirin û xwendekaran mesajên ji bo piştgiriya Efrînê il dîwarên zanîngehê nivîsandin.

'EM Ê LI BER DAGIRKERIYÊ BÊDENG NEMÎNIN'

Piştî meşê xwendekaran li hewşa Zanîngeha Zurich ETH daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û nerazîbûneke tund nîşanî dagirkirina Efrînê dan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku xwendekarên zanîngeha Zurichê wê dagirkeriyê ti carî qebûl nekin û bang kirin ku li her qada navneteweyî piştgiriya ji bo gelê Kurd bê xurtkirin.

'ŞOREŞA HÊVÎ DA ME'

Xwendekaran diyar kirin, şoreşa Rojava ji bo tevgerên şoreşê yên cîhanê bûye hêvî û gotin, "Êrîşa li ser Efrînê ne tenê li dijî Kurdan e. Li Efrînê her wiha êrîş li paşeroja gelên cîhanê tê kirin. Ji ber vê yekê em ê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd xurtir bikin."

'HÛN ŞIRÎKÊ ŞER IN, DAWÎ LI VÊ YEKÊ BÎNIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Swîsre bi firotina çekan ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn cihê xwe di şerê Efrînê de girtiye û hate gotin, "Zanîngehên Zurichê bi projeyên pîşesaziy açekan tevkariyê dikin. Çawa ku Swîsre û Ewropa bi firotina ekan dibin şirîkê şer, Zanîngehên Zurichê jî bi projeyên xwe yên ji bo pîşesaziya çekan destekê didin şer."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser têkiliya Tirkiyeyê ya bi NATO'yê re û ji Ewropa û bi taybetî Swîsreyê hate xwestin ku bes çekan bifiroşin dewleta Tirk.

BER BI KONSOLOSXANEYA TIRK VE MEŞIYAN

Bi sedan xwendekar piştî daxuyaniyê ji zanîngehê ber bi Konsolosxaneya Tirk a li Zurichê meşiyan. Xwendekaran li ber konsolosxaneyê ku polîsan dor lê girtibûn daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin ku dewleta Tirk tavilê ji Efrînê derkeve.