Li Rojavayê Kurdistanê Kordînasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz destekê gelê Roboskiyê. Koordinasyonê di selvgera komkujiya Roboskiyê de vê daxuyaniyê weşand.
"Wekî tê zanîn 28'ê kanûna 2011'an li sînorê başûrê Kurdistanê 34 ciwanên Kurd ji aliyê balefirên dewleta Tirkê a faşîst ve hatin qetilkirin. Ev roj jibo gelê Kurd weke qirkirinek herî mezin e, lewra ev yek bû sedema nerazîbûnên herî mezin ji aliyê herkesî ve herwiha bi dehan qirkirinên bi vî rengî liser gelê Kurd hatine meşandin.
Ev qirkirina Roboskî weke qirkirina Helebçe, geliyê Zîlan û şewitandina sînemeya Amûdê cihê xwe di na va rûpelek reş de danivîsand. Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wî yên dagirker hertim van leystokên hovane li ser gelê Kurd didin meşandin. Piştî vê qirkirinê Erdoganê dîktator fermandarê kujer pîrozkir.
Ji bo êdî ev bûyerên qirêj li ser Kurdan neyên, divê gelê Kurd xwedî helwestek be. Ciwan divê li hember hemû êrîş û qirkirinên tên ser gelê wan bibin çeper. Em weke konfederasyona xwendekarê Kurd yên welat parêz vê qirkirinê şermezar dikin, em bang li hemû ciwanan dikin dakû xwedî li erk û berpirsyariên xwe derkevin."