Xwendekarên li Îzmîrê bi gefa DAIŞ'ê re rû bi rû ne
Xwendekarên li Îzmîrê bi gefa DAIŞ'ê re rû bi rû ne
Xwendekarên li Îzmîrê bi gefa DAIŞ'ê re rû bi rû ne
Li Îzmîrê, komên pêwendiya xwe bi DAIŞ'ê re hene gefê li xwendekarên zanîngehê û HDP'ê dixwin. Alîgirên DAIŞ'ê, nota gefê danî sinifên Zanîngeha Egeyê.
Polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên dijberiya Kobanê, hêzê didin alîgirên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê, bi gefa alîgirên DAIŞ'ê re rû bi rû ne.
Di dema protestoyên Kobanê de, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cavît Ûgûr jî di nav de HDP'yiyên hatibûn binçavkirin di 9'ê Cotmehê de derxistibûn pêşberî dadgehê. Bi armanca piştgirîdayînê HDP'yî û xwendekarên zanîngehê li ber Edliyeya Îzmîrê civiya bûn û daxuyaniyek dabûn çapemeniyê. Hat ragihandin ku xwendekarên Zanîngeha Egeyê yên ji bo piştgirîdayînê hatin ber edliyeya Îzmîrê, bi gefa kesên tê texmînkirin pêwendiya wan bi DAIŞ'ê re heye, rû bi rû ne.
'EM Ê WE HEMÛYAN BIŞEWITÎNIN!'
Xwendekarekî ji Zanîngeha Egeyê ji ANF'ê re axivî û got, "Ji bo Ekrem Kaçaroglû yê di dema protestoyên Kobanê de rastî êrîşê hat, em li hewşa Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Egeyê civiyan. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Bajêr Cavît Ûgûr, hevalên me yên din di heman rojê de hatibûn binçavkirin. Dema derxistin pêşberî dadgehê, bi armanca piştgirîdayînê em careke din li ber edliyeyê kom bûn. Li cihekî nêzî edliyeyê dema me xwarin dixwar, em careke din li kesekî ku berê gelek caran di ber me re derbas bû, rast hatin. Destpêkê bi milê xwe li yek ji hevalên me xist û piştre jî bi gotina 'kafir' yekser dest bi êrîşa fîzîkî kir. Dema em li dij derketin gef xwar û ji me re goti 'kafir hûnê hemû bibînin, em ê we bişewitînin'. Dema li me dixist, di destê wî de Kûran-i Kerîm hebû; bi wê li me xist û sixêfên giran kir. 25-30 salî bû."
HATIN HETA BER DIBISTANÊ Û NOTA JI GEFÊ DANÎN SINIFAN
Heman alîgirên DAIŞ'ê roja Înê jî, weke komeke ji 7-8 kesan li ber avahiya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Egeyê civiyan û xwestin çavê xwendekaran bitirsînin. DAIŞ'iyan xwendekarekî HDP'yî yê li ber edliyeyê nas kirin, bi destê xwe nîşan dan û bang lê kirin. Xwendekar jî bi alîkariya akademîsyenekî demokratîk ji deriyê piştî fakulteyê derket. Xwendekaran anîn ziman ku kesên gefê li wan dixwin "rî dirêj, bi şaşik û bişalwar in."
Xwendekarên rastî gefê hatin, çend rojan neçûn dibistanê. Derket holê ku di vê demê de jî li texteyên sinifê wan nivîsa "Ji bo Xwedê biçin şer, ji bo cîhadê biçin şer" hatiye nivîsandin.
'DIBE KU DESTEKÊ JI POLÎSAN DIGIRIN'
Xwendekar got, "Em van kesan nas nakin, dibe ku xwendekar jî bin. Ji ber ku li pêşiya fakulteyê sîstema xwendina qertê heye. Yan jî dibe ku bi hin kesên din dabin nivîsandin. Eger mirov îhtimala ku ne xwendekarin binirxînin, hingî ji polîsan destekê digirin; Wê ji ku zanibe ku hevalê me li ku ye? Ne pêkane ku dema daxuyaniya çapemeniyê jî zanibin. Eger zanibe jî, gelo çawa çêdibe ku kesek bi tena serê xwe bi Kûran-i Kerîm êrîşî girseyê dike?"
Xwendekaran dan xuyakirin ku li Îzmîrê polîs bi ti awayî dest li alîgirên DAIŞ'ê wernadin û ji bo vê yekê jî çalakiya alîgirên DAIŞ'ê ya beriya demeke kurt a li pêş Midûriyeta Emniyetê ya Konakê mînak nîşan dan, ku tevî pankartên bi nivîsên gefxwarinê jî, radestî destwerdanê nehatine.
Xwendekar wê der barê mijarê de gilî bikin.