Xwendekarên li Burdurê hatin binçavkirin hatin berdan

Xwendekarên li Burdurê hatin binçavkirin hatin berdan

25 xwendekarên ku piştî êrîşa ulkucuyên faşîst li Burdurê hatin binçavkirin serbest hatin berdan.

Li Burdurê piştî ku xwendekarên welatparêz rastî êrîşa koma faşîst ya ulkucuyan hatin, polîsan tund êrîşî xwendekarên welatparêz kiribû. Di êrîşa polîsan de 3 xwendekar birîndar bibûn û 25 xwendekar jî hatibûn binçavkirin. Hate diyarkirin ku, 25 xwendekar piştî karûbarên fermî yên li emniyetê xilas bûn serbest hatin berdan. Hate hînbûn ku, rewşa 3 xwendekarên birîndar başe.