Xwendekarên kurd li Mereşê rastî êrîşan hatin

Xwendekarên kurd li Mereşê rastî êrîşan hatin

Xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Sutçu Îmamê ya Gurgumê dixwînin di bin çavdêriya Yekîneyên Ewlehiya Taybet (OGB) de rastî êrîşa koma nijadperestan hat. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Gurgumê Selçuk Delibaş, anî ziman ku di êrîşan de birîndar tune, lê rageşî heye. 


Li Zanîngeha Sutçu Îmamê ya Gurgumê xwendekarên kurd û welatparêz 2 rojin rastî êrîşa komên nijadperet tê. Komên nijadperet di bin çavdêriya Yekîneyên Ewlehiya Taybet a zanîngehê de rastî êrîşên komên nijadperest hatin. Komên nijarperest di bin çavdêriya OGB'ê û bi kêran êrîşî xwendekaran kir. Hat zanîn ku di bûyeran de xwendekarên hatin birîndarkirin tune. 

RAGEŞÎ DIDOME

Serokê BDP'a Gurgumê Metîn Gonulşen, anî ziman ku polîsan gotiye bûyer tune, lê niha li zanîngehê kom li hemberî hev in û li benda êrîşê ne. Gonulşen, da zanîn ku ewlehiya xwendekaran tune û ji ber bûyeran bi fikar in. 

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Gurgumê Selçuk Delibaş, anî ziman ku di êrîşan de birîndar tune, lê rageşî heye. 
Delibaş, anî ziman ku komên nijadperest êriş dikin û polîs li hemberi van êrîşên li dijî xwendekarên kurd bêdeng in.