Xwendekarên Kurd li Fransayê dibistan boykot kirin

Xwendekarên Kurd di serî de li paytext Parîs a Fransa û gelek bajaran dibistan boykot kirin. Li pêşiya avahiya Unicef a li Parîsê ji bo zarokên Efrînê çalakiyek hate lidarxistin.

Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), Tevgera Jinên Kurd a Fransa, Platforma Jinan Xwedîderketina li Efrîn a Parîsê bi sedan malbatên Kurdistanî roja Sêşemê zarokên xwe neşandin dibistanê û bal kişandin ser qetlîama zarokan a li Efrînê.

LI PÊŞIYA UNICEFÊ ÇALAKÎ

Bi sedan malbat li gel zarokên xwe saet 14:00’an ber bi avahiya Unicef a Parîsê ve meşiyan. Zarokan pankartên bi nivîsa “Bêdengiya we me dikuje” vekirin û bê yek dengî dirûşmên “Em zarokên Efrînê ne” û “Kujer Erdogan” qîr kirin, li pêşiya avahiyê Unicefê çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiyê de zarokên ku nameyek ji bo zarokên Efrînê nivîsandibûn hate xwendin û peyama “Zarokên Efrînê ne bi tenê ne” dan.

Heyetek ji Platforma Jinan a Xwedîderketîna li Efrîn a Parîsê û zarokan, dosyayek di derbarê dewleta Tirk a li Efînê qetlîaman li ser zarokan dike de , pêşkêşî Unicef kirin. Rêveberên Unicef got; “Me li dijî qetlîama zarokan a li Efînê daxuyanî ji hemû saziyên xwe re rêkiriye û di mijara alîkariya mirovî de xebatên me berdewam dikin.

Dorpêçkirina Polîsan a li derdorî zarokên ku dovîzên “Bila zarok nemirin nepoxan bi firînin” hilgirtî bal kişand.

 Di çalekiya ku li pêşiya avahiya Unicef a qasî du saetan dewam kirî bi dirûşmên “Her der Efrîn e, her der berxwedan e” bi dawî bû.

LI METZÊ DEHAN XWENDEKAR DIBISTAN BOYKOT KIRIN

Xwendekarên Kurd ên bajarên din jî tevî boykotê bûn. Li bajarê Metz bi dehan xwendekar dibistan boykot kirin. Li gorî agahiyên hati girtin, qasî 60 xwendevanên dibistana seretayî, navîn û amedeyî yên navenda bajêr û derdora wê tevlî boykotê bûn. Xwendevanan belavoka di derbarê armanca boykotê de radestî rêveberên xwe kirin û ketina waneyan red kirin.