Xwendekarên Kurd ên li Norwêcê li ber dagirkeriyê rabûn

Xwendekarên Kurd ên li dibistanên bilind ên Norwêcê dixwînin diyar kirin ku armanca dewleta Tirk têkbirina sîstema wekhev a li Rojava ye û li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn.

Li rojnameya hîndekar û xwendekarên dibistanên bilind ên Norwêcê Khronoyê gotarên du komeleyên xwendekarên Kurd hatin weşandin. Di gotaran de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava hatin şermezarkirin.

Rêveberên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ya li Bergenê Sîamak Nematpoor û Shayan Wasta diyar kirin ku dewleta Tirk êrişê dibe ser sîstema nirxên demokratîk a li Rojava.

Di gotarand e hate gotin, "Li wê herêmê gelek komên etnîkî û olî bi hev re dijîn, jin û mêr xwedî mafên wekhev in. Li wê herêmê gelek mirov li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan."

 Di gotaran de hate xwestin ku dawî li zext û zordariya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bê anîn.