Xwendekarên ku YOK protesto kir, peyamên azadiyê da

Xwendekarên zanîngehê salvegera YOK’ê protesto kirin, li dijî paşverûtî û faşîzmê peymên azadiyê dan.

Xwendekarên zanîngehê yên li Qada Beyazit a Zanîngeha Stenbolê li hev kom bûn, Desteya Pererdehiyê ya Bilind (YOK) a berhemê darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ye protesto kir. Çalakiya ku di bin dorpêça polîsan de pêk hat, pankarta ‘Zanîngeh, ne kargeh, girtîgeh û cihê kar e. Ji bo siberoj û azadiya xwe têbikoşin’ vekirin.

Her wiha dirûşim û dowîzên ku YOK’ê tehşîr dikin û nerazîbûnan tînin ziman hatin qîrkirin. Xwendekaran yek bi yek mafê axaftinê girtin û daxwaz û pirsgirêkên xwe vegotin.

Li vir li ser navê xwendekaran Ozlem Ozdemîr daxuyanî da. Ozdemî got: “Zanîngeh weke kargehekê tê bikaranîn. Zanîngeh ne deriyê rantê ne. Zanîngeh ne yên Qesrê û YOK’ê ne. Zanîngeh ên xwendekaranin. Em ji têkoşîna li vir dikin dizanin, eger li zanîngehan raman baxive wê azadî bibe û zanist derkeve pêş. Mamostayên me bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (BHQ) ji kar hatin dûrxistin. Vê yekê hemû ji bo zanîngehên nêzî desthilatê çêbikin dikin. Li dijî zextan em ê azadiya xwe biparêzin.”