Xwendekarên HEDEP'yî yên tevlî boykota xwaringehê bûn hatin binçavkirin

5 xwendekarên HEDEP'yî ku tevlî boykota şermezarkirina buhayê zêde yê li xwaringehê bûn, hatin binçavkirin.

Li Eskîşehîrê xwendekaran nerazîbûn nîşanî buhayê zêde yê li xwaringehê bûn, lê 5 ji xwendekaran hatin binçavkirin. Polîsan avêtin ser malên xwendekaran û Rrezan Aras, Abdullah Arslan, Ezgî Karagoz, Genco Aykût û Mûhammed Topalan binçav kirin.

Xwendekar bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin sûcdarkirin.

Xwendekarên ku tê gotin endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP9 ne, tê texmînkirin ku roja Duşemê radestî dozgeriyê bêne kirin.