Xwendekarên berbi YOK'ê ve meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin

Xwendekarên berbi YOK'ê ve meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin

Li Kizilaya Enqereyê endamên Genç-Derê bi pankarta “Li şûna li ODTU daran bibirî, YOK’ê hilweşîne bike daristan’ xwestin bimeşin YOK’ê. Polîsan bi şêweyekî tund êrişî çalakvanan kirin û herî kêm 24 kes binçavkirin.

 Endamên Genç-Derê bi armanca protestokirina çêkirina rêyan ku li parqa Kızılay hatine cem hev panqarta ‘Li şûna darên ODTU’yê bibirî, YOK’ê xirake bike daristan’ ber bi YOK’ê ve dest bi meşê kirin.

Çalakvanên ku li ser hev dirûşmên weke “Ev hêj destpêke, ji bo tekoşînê dewam” berzkirin û rastî barîkata polîsan ya li ser pira Necatîbey hatin. Dema ku çalakvan bi ser barîkata polîsan de çûn, hêzên çêvik bi şêweyekî tund mudaxeleyî çalekvanan kirin 9 jê jin, 15 zilam bi giştî 24 kes jê girtin bin çavan de û birin midûriyeta polîsan.