Xwendekaran ji bo erdhejzedeyan kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin
Xwendekaran ji bo erdhejzedeyan kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin
Xwendekaran ji bo erdhejzedeyan kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê; ji bo ji welatiyên di erdheja Wanê de bê mal mane, pêdiviyên bingehîn û xanî werin temînkirin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê ji bo pêdiviyên bingehîn û yên xaniyan ji erdhejzedeyan re bên temînkirin dest bi kampanyaya îmzeyan kirin û li ser vî esasî li ber Lîseya Galatasaray standa îmzeyan vekirin. Xwendekar Ensarî Buksel ê der barê kampanyayê de agahî dan got ku ew 2 sal in pirsgirêkên erdhejzedeyan nehatine çareserkirin û ji ber vê kampanyayeke îmzeyan dane destpêkirin. Buksel diyar kir ku wê pêşangehekê jî li Zanîngeha Stenbolê vekin û pereyên ji wir bên bi dest xistin wê ji erdhejzedeyên Wanê re bişînin. Buksel destnîşan kir ku îmzeyên kom bikin piştî du hefteyan wê ji Meclîsê re bişînin.