Xwendekaran daxuyanî dan ên ku êşkence li wan hatibûn kirin

Xwendekarên ku li Stenbolê ji ber çalakiya karneyan hatibûn destgîrkirin îro daxuyanî dan. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê li hemberî her cure zextan gotina xwe teqsîr nekin.

Duh komek xwendekarên lîseyê yên li ser banga Dev Lîs, DLB, LAF, LOB û Ozgur Lîse li ber Operaya Kadikoya Sureyya kom bûn, pankarta “Karne yên we ne, siberoj a me ye” vekirin û heya peykerê Boga meşiyan, rastî mûdaxileya tund a polîsan hatin û polîsan ew bi erdê re kaş kirin. Piştre polîsan xwendekar kelepçe kirin û ew destgîr kirin. Xwendekarên ku duh hatin derbkirin û hatin destgîrkirin, piştî serê sibê hatin berdan li gel malbatên xwe serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dan û civîna çapemeniye pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, hevalên xwendekaran û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn. Xwendekaran li salona ÎHD'ê pankarta "Îşkence nikare lîseyîyan têk bibe" vekirin. 

’18 HEVALÊN ME BI ERDÊ KAŞ KIRIN’

Ji xwendekarên ku bi lêdanê hat destgîrkirin û piştre hat berdan Meltem Çuhadan daxuyanî da. Çuhadan, diyar kir ku berî daxuyaniyê bidin polîsan gef li wan xwar û wiha got: “Rexnekirina pergala perwerdehiyê mafê me yê xwezayî ye. Lê çawa me pankart vekir polîsan mudaxaleyî me kirin. Em rastî êrîş û îşkenceya polîsan hatin. 18 hevalên me li erdê dirêj kirin û destgîr kirin. Dema hevalên me destgîr kirin, bi kelepçeyên hesin li serê wan xistin û piştre destê wan li pişt wan kelepçe kirin. Hevalên me bi kelepçeyên hesin hatin derbkirin. Rojnamegerên ku çalakî şopandin dîmen kişandin û hatin destgîrkirin. Tevî rojnamegeran 22 kes hatin destgîrkirin. Dema em hatin destgîrkirin parêzerên ku bertek nîşanî polîsan dan jî hatin destgîrkirin. Em bi saetan di maşîneya bê hewa de hatin hiştin. Em ê li dijî vê tundî û îşkenceyê her tem çalakiyên xwe û gotinên xwe berdewam bikin."

 PAREZÊR JÎ HATE DESTGÎRKIRIN

Parêzerê li gel xwendekaran hat destgîrkirin Gokhan Soysal jî anî ziman ku wan texmîn dikir ku wê di vê çalakiyê de xwendekaran destgîr bikin û wiha got: “Dema xwendekar hatin destgîrkirin, polîsan ew derb kirin. Lê tundiya li ser xwendekaran pêk anîn, vê carê gelek zêde kirin. Ji ber ku tundî wisa zêde kir me jî mudaxale kir. Ji ber ku zarokên kêmî 18 salî bi lêdanê destgîr kirin. Destê wan li pişt wan kelepçe kirin. Dema min bertek nîşanî vê yekê da ez jî destgîr kirim.”

‘EM TAZÎ KIRIN’ 

Rojnamegerê hat destgîrkirin Hakan Altug Gultur jî diyar kir ku ji ber wî bûyer kişand ew jî hat destgîrkirin û wiha got: “Piştî em destgîr kirin, em birin qereqolê. Bi hinceta min tiştek veşartiye ez li qereqolê rastî lêgerîna tazî hatim. Du hevalên jin ên li gel min hatin destgîrkirin jî rastî lêgerîna tazî hatin.”

Nîmet Erban a ku di êrîşa polîsan de milê wê hat şikandin û guhê wê birîn bû jî diyar kir ku bi saetan rastî îşkenceyê hat. Erban, anî ziman ku ligel xwîn jê diçû jî ew nebirin nexweşxaneyê û bi saetan di maşînê de bê nefes hiştin. Bi bêhnan li ser, rû û zikê min dan. Bê guman em ê hesabê vî tiştî bipirsin. “

Xwendekar Çagdaş Onur Ekincî jî diyar kir ku polîsan bi elektrîkê êşkence li wan kirine.

Xwendekar Şeyma Çapur jî wênekêşa di destê xwe de nîşan da û bertek nîşanî polîsan da û got: “5 polîsan pêl li kesekî kirin û hêza xwe nîşan dan. Tu polîsê ku tundiyê dikin ne bi hêz e. Îro tu kes vê bûyera ku duh li wir pêk hat ji bîr nake."