Xwendekaran bo Azadiya Ocalan îmze berhev kir

Xwendekaran bo Azadiya Ocalan îmze berhev kir

Xwendekarên kurd yên li bajarê Manheîm ya Almanyayê dijîn ji bo azadiya Ocalan îmze kom kirin. Meclisa Ronahî a Amed ya li Manheîm li zanîngeha Manhîem bo ji bo azadiya Ocalan nêzî 500 îmze kom kir.

Ciwanên kurd tevli şahiya li zanîngehê pêk hat bûn û îmze berhev kirin. Gelek ciwanên tevli kampanyayê bûn eleqeyek mezin dîtin. Komîsyonan Jinên Ciwan a Meclisa Şehîd Ronahî Amed pêşengî ji kampanyayê re kir. Di navbera 15.00-17.00’an de xwendekaran îmze berhev kir.

Xwendekarên ji bo kampanyayê îmze berhevkirin êrîşa li hember berxwedana Gezî jî şermezar kirin.