Xwendekar: Bi revandinê hûn nikarin me teslîm bigirin
Xwendakarên zanîngehê bal kişandin ser revandina xwendekaran û gotin, ''Bi revandinê hûn nikarin me teslîm bigirin.''
Xwendakarên zanîngehê bal kişandin ser revandina xwendekaran û gotin, ''Bi revandinê hûn nikarin me teslîm bigirin.''
Xwendekarên Zanîngehê li ser zêdebûna rûdanên revandinê yên van demên dawî xwestin ku li ber avahiya Walîtiya Enqerê ya li Sihhiyê daxuyaniyê bidin lê polîsan asteng kirin.
Girse dema ku xwest bimeşe ber bi avahiya walîtiyê ya li Kolana Mîthatpaşayê polîsan mudahele kir û diyar kir ku ew ê nehêlin xwendekaran daxuyaniyê bidin.
Li ser vê xwendekaran li Şûbeya Nimro 5 a Egîtîm Senê ya li Kolana Mîthapaşa daxuyaniya çapemeniyê dan.
Xwendekara zanîngehê Leyla Mavîlî dema daxuyaniyê axivî, li ser helwesta polîsan helwesta nîşan da, bi bîr xist ji ber ku tevlî çalakiyên şermezakirinê ya rektorê qeyûm Melîh Bulu yê AKP'yî bûne 3 xwendekarên zanîngehê 18'ê Sibatê hatine revandin. Mavîlî got, ''Hevalên me hatin revandin, me daxuyanî da lê ti saziyeke fermî daxuynaî neda. Li gel ku plake û rêgehên wesayitan diyar in jî di daxuyanî nehate dayin, walîtî û emniyet ji vê berpirs e. Ji bo ku em vê teşhîr bikin em ê biçûna ber avahiya walîtiyê lê polîsan em asteng kirin û êrîş anîne ser me.''
Sevgî Topal jî li ser navê rêxistinên girseyî yên demokratîk û xwendkarên zanîngehê axivî û got, ''18'ê Sibatê 3 hevalên me dema ku ji mal derketine kesên ku ji xwe re gotine ew polîs in rêya wan bi hinceta sehkirina nasnameyên wan birî ne, piştre ew kelepçe kirine û li wesayitên sivîl siwar kirine.''
Xwendekar Alî Berke Aydogan jî got gefa kuştinê li wan dixwin û got, ''Dixwazin me çavtirsandî bikin. Lê çi jî bikin, bigirin, birevînin, destgîr bikin, dîsa nikarin me teslîm bigirin. Li dibistan, kuçeyan em ê têbikoşin. Bi ti awayî nikarin me çavtirsandî bikin.''