Xwediyên Xelata Fîlman a Mafên Mirovan a Elmanyayê hatin aşkerakirin

Xwediyên Xelata Fîlman a Mafên Mirovan a Elmanyayê hatin aşkerakirin

Xebatên hêjayî Xelata Fîlman a Mafê Mirovan a Elmanyayê ku ji sala 1998’an heta niha tên dayîn diyar bûn. Yekem car ku fîlmên metraja dirêj jî têde cih digirin û xelat girtine wê roja Şemiyê xelatên xwe bigirin.

Di kategoriya fîlmên metraja dirêj a Xelata Fîlman a Mafê Mirovan ya Elmanyayê de îsal  belgefîlma bi navê ‘Camp 14-Total Control Zone’ ku ciwanekî Bakurê Koreyê vedibêje yê Marc Wîessen hêjayî xelatê hat dîtin. 

Bernameya bi navê ‘Yusuf-çîroka revekê’ ku çîroka ciwanekî ji Sudanê reviyaye û hatiye Elmanyayê ya ji aliyê ARD-Magasîn hatiye avakirin, di kategoriya bernameyên televîzyonê de bû yekem.

Di çarçoveya Xelata Fîlm a Mafê Mirovan de xelata fîlmê herî baş a kurt de bi fîlmê  navê ‘Muhammed di fîrarê de ye’ Guîdo Holz qezenç kir. Di fîlm de qedera bi hezaran zarokên Sûriyeyê baş tê nîşandan.

Di kategoriya perwerdeyê de jî  fîlmê ku derhênerê Îranî Behruz Karamîzade yê bi navê ‘Bihar li warên bi heybet e’ bû yekem.  Di fîlm de keçikek biçûk bi bavê xwe re derdikeve rêwîtiyek cîhana biyanî.

Fîlmê ‘Nadesha’ yê Anna Frances Ewert û Nadesha Falk Muller ku romanên taxa derve ya Bulgarîstanê vedibêje di kategoriya ‘dibistana sînemayê' de xelat girt.

Di kategoriya fîlmên amator de  fîlmê Gerhard Prugger yê bi navê (Finde den Fehler) bû yekem.

Xelatên Fîlmên Mafê Mirovan a Elmanyayê ji sala 1998’an de tê dayîn û ji aliyê 18 saziyê piştgiriyê digire. Îsal nêzî 400 serlêdan hatine kirin.

Di kategoriya 6’emîn de ji bo fîlmên bûne yekemîn 2 hezar û 500 euro piştgiriya aborî hatiye dayîn û di 10’ê Kanûnê de wê xelat bên dayîn.