Xwedêgiravî Yenî Yaşam gefê li ewlehiya Girtîgeha Sîwerekê dixwe

Derkete holê Girtîgeha Tîpa T'yê ya Sîwerekê, bi hinceta ku ''gefê li ewlehiya saziyê dixwe'' rojnameya Yenî Yaşamê sansûr kiriye.

Derkete holê ku Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Girtî a Tîpa T'yê ya Swîwerekê li ser rojnameya Yenî Yaşamê biryareke gosirmet standiye.

Hijmarên bi dîroka 11,12, 13,14 û 15'ê Adarê a rojnameya Yenî Yaşamê ku ji ser navê girtiyên siyasî Ahmet Ozturk, Şerîf Mesutoglu, Gokhan Çîftçî, Abdurrahman Dagdelen, Mehmet Şîrîn Durdu û Vedat Oktay diçû, bi hinceta ''gefê li ewlehiya saziyê dixwe'', Seroktiya Desteya Perwerdehiyê Girtîgehê nedane wan.

GIRTÎGEH LI ŞÛNA DADGEHÊ BIRYARÊ DIDE

Di biryarên sansûrê de ku ku dema grevên birçîbûnê li dijî tecrîda li Imraliyê li girtîgehan dom dikir, hatine standin, nûçeyên têkilî grevên birçîbûnê yên di rojnameyê de kirine hincet.
Rêveberiya girtîgehê got, ''Nivîsên ku yekîtî û bihevrebûna dewletê dikin hedef û destekê didin  xebatên rêxistinî tê de cih digirin'' û bi berdwamî wiha lê zêde kir: ''Her çendî dadgehan qedexe nekiribe jî, ti weşana ku bi desteya perwerdehiyê ve hatiye tespîtkirin ku li ser ewlehiya saziyê talokeyê çêdike, ji hêla saziya me ve nayê qebûlkirin.''