Îbrahîm Elhacco yê 14 salî ku li Helebê di bombebaranê de parçeyên şarapnelê li roviyên wî ketin û bi giranî birîndar bû, dermankirina wî jî û rîska jiyana wî jî didome. Elhacco ligel ku 200 parçeyên şarapnelê li benda wî ketine û êşek mezi dijî bi berxwedaneke mezin ruyê wî dike. Her wiha Muhammed Eîd Mawas jî ku, di şer de malbata xwe wenda kir wiha dibêje: “Xwedê belaya Esad jî bide û ya muxalîfan jî bide. Bila rewşa van zarokan bibîne û şer çawa ye fêm bikin.”
Di şerê Sûriyeyê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran birîndar bû. Bîlanço her diçe giran dibe. Bedela herî giran jî zarok didin. Ýbrahim Elhacco hêj 14 saliye. Di dema şer de birîndar bû û anîn Tirkiyeyê. 200 parçeyên şarapnelê li roviyên wî ketin. 3 ameliyet li Nizîp a Dîlokê derbaz kir. Piştre ji ber ku rewşa wî giran bû anîn Nexweşxaneya tipa Zanîngeha Enqereyê. Li vir jî dewleta tirk û saziyên tirk xwedî lê derneketin. Ji ber ku ji bilî erebî zimanan nizane derdê xwe nekare bêje. Em çûn serdana Elhacco ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Tipa Enqereyê dima. Elhacco ligel hemû êşan ruyê wî dikene. Agahiyê ji malbata xwe nagire. Xalê Elhacco ku piştgiriyeke mezin didê, Muhammed Eîd Mawas di şer de malbata xwe wenda kiriye.
Refekatkarê Elhacco, xalê wî Muhammed Eid Mawas ji ANF’ê re axivî. Mawas wiha got: “Elhacco serê sibê çûbû nan bikire. Di bin bombebarana Esad de ma. Li Helebê mudaxaleya tibî nebû. Me bi sedyeyê anî Nizîpê. Li wir 3 emeliyet derbaz kir. Piştre gotin em nekarin derman bikin û em şandin vir. Ev çar mehe em livirin.
BILA REWŞA ZAROKAN BIBÎNIN, ŞER FÊM BIKIN
Mawas wiha got: “Min hevjîn, zarok, xwişk û birayên xwe wenda kir. Em nizanin malbata Elhacco dijî an na. Dema Elhacco birîndar bû dê û bavê wî li Helebê bû. Em niha nikarin bikevin têkiliyê. Me şopa wan wenda kir. Dewleta tirk û saziyên wê piştgirî nedan me. Ev 4 mehe em bi cil û bergên xwê yên Helebê ne. Pere tuneye em cilan bikirin. Pêwîstiya me herî zêde bi pişgiriya manevî heye. Bedela mezin zarok didin. Xwedê belaya Esad bide. Ya dibe li zarokan dibe. Bila bê rewşa vî zarokî bibînin. Bi hezaran zarok hene. Bila rewşa zarokan bibînin, şer fêm bikin.
LI GEL ÊŞA KU KIŞAND RUYÊ WÎ DIKENE
Doktorê Elhacco derman dike , Ergun Ergun di derbarê rewşa wî de agahî da. Ergun da zanîn ku, divê Elhacco ameliyetek din jî bibe û wiha got: “Me yê Elhacco ji nexweşxaneyê derbixista lê, cihê ameliyata wî vebû. Sedema vê jî hêj roviyên wî kulin. Nêzî 200 parçeyên şarapnelê tê de hene. Çi ji destê me hat me kir. Cihên ku nehatin dirutin niha vedibin. Niha ji bo vê em derman dikin. Her wiha rîska jiyana wî jî heye.
Ergun daxwazên Elhacco jî wiha rêz kir: “Hewcedariya wî bi cil û bergan heye. Hewcedariya wî piştgiriya manewî heye. Divê bi zarokên ku di temenê wî de ne re bi zimanê xwe bi axive.”