Xizmên windayan li 4 navendan li qadan bûn

Xizmên windayan li 4 navendan li qadan bûn

Xizmên windayan ên ji bo lêgerîna edaletê vê hefteyê jî li Amed, Êlih, Geverê û Cizîrê çalakî lidarxistin û aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn.

Li Amedê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdulhekîm Tanriverdî yê li Şirnexê di 1993’yan de li ber çavên zarok û hevsera xwe ji aliyê kesên nasnameyê wan nediyar ve hate girtin û piştî hefteyeke cenazeyê wî li ser çem ji aliyê şivanan ve hate dîtîn, hate pirsîn. Li Êlihê di çalakiya ji bo dîtina windayan vê hefteyê jî bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hate lidarxistin. Li Geverê xizmên windayan aqûbeta Mîkaîl Duzce (73) yê li zozanê di 1993’yan de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin hate pirsîn. Dayikan vê hefteyê li Cizîrê aqûbeta Mehmet Findik, Omer Findik û Omer Kartal yê di 1995'an bi hinceta ji bo me (Elok) bînin de ji aliyê Qereqola Cendermeyan a Xezayê ve hate windakirin pirsî.

AMED

Li Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” a ji aliyê ÎHD û xizmên windayan ve tê lidarxistin dîsa li ber Abîdeya Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hate lidarxistin.ÎHD, xizmên windayan, MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Diyar TUHAD-DER û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Li vir ewil Sekreterê ÎHD’ê ya Amedê Abdulselam Înceorenê daxuyaniyeke kurt da.

‘KIRYAR JÎ DIYAR IN YÊN BÊN DARIZANDIN JÎ’

Înceoren bilêv kir ku bi salan e çalakiya xwe ya hefteyî didomînin û di hefteya 301’emîn de jî lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Înceoren got ku heta kiryar bên dîtin û bên darizandin dê her hefte li vir bin. Înceoren wiha got: “Dê rojek be, winda bên dîtin. Ev dayîk ji bo windayên wan bên dîtin tê têkoşîna xwe bidomînin. Me gelek caran ev tişt anî ziman. Ev winda nekiryar nediyar in, ev tiştên tên zanîn e. Îxtidara siyasî dikare vê derxîne holê. Lê ji bo vê yekê divê arşîv bên vekirin. Kiryar jî diyar in yên bên darizandin jî.”

Înceoren bilêv kir ku ligel ku pêşniyara avakirina Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan kirine jî hikûmet bi awayeke xemsar nêzîk3i vê daxwazê bûye û wiha berdeman kir: “Heta niha yên hatin darizandin pat hatin derxistin. Lêh eke Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan bê avakirin, arşîv bên vekirin dê her tişt derkeve holê. Lê hikûmet vê yekê nagire ber çavan. Ligel vê em her hefte ligel serma û germê li vir bin.”

ÇÎROKA WINDAKIRINA ABDULKERÎM TANRIVERDÎ HATE PARVEKIRIN

Piştre çîroka windakirina Abdulkerîm Tanriverdiyê di 19937yan de li gundê Kuştepe ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve hate girtin û piştre jê agahî nehat girtin ji aliyê endamê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun ve hate parvekirin.

Zeytun got ku Tanriverdiyê ku li dibistana gund bi malabat xwe ve dima kesên nasnameyên wan nediyar hatine û gotine heke derî veneke dê narincokê bavêjin hundir û ji ber vê yekê derî vekiriye û derketiye derve, piştre ji aliyê kesên navborî ve hatiye ragirtin. Hevsera wî Atîka Tanriverdî heta serê sibehê li benda hevserê xwe dimîne û ji berk u hevserê wê nayê xizmên xwe agahdar dike û li ser vê birayê wî Abdurrahîm Tanriverdî seri li Qereqola Cendirmeya dide, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê Cemal Temîoz bersiva “me birayê te kuşt, li pey nekevin, lênegerin” digire lê malbata ku lêgerîna xwe didomîni ji bo alîkariyê bike diçin li cem sercerdevan Kamîl Atak, lê ew jî dibêje tu têkîliya wî bi bûyerê nîn e û alîkariyê nade wan.

Cenazeyê Tanriverdî piştî hefteyeke bi awayeke dest û lingê wî girêdayî û hatiye kuştin li qiraxa çemê nêzî gundê Duzovayê ye ji aliyê şivanan ve hate dîtin. Malbatê cenaze wergirt û li gundê Kuştepeyê defin kir. Atîke Tanriverdî ji ber ku tirsiya û ji ber fikarê dê heman tişt bê serê zarokên wî jî serlêdana sûc nekir û pêvajoya hiqûqî neda destpêkirin.

Piştî demeke hevserê wî û zarokê wî koçî Mêrsînê kirin, li vir 5 salan man, ji ber pirsgirêkên aboriyê vegeriyan Cizîrê. Atîke Tanriverdî û Abdurrahîm Tanriverdî di 2009’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dan der barê kesên berpirsyar de gilî kirin, têkîldarî mijarê îfadeya wan hate girtin. Lê di encama giliyê de tu encam derneket.

Piştî daxwaza kiryarbên dîtin û darizandin vê hefteyê jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakî bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê di çalakiya ji bo dîtina windayan vê hefteyê jî bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hate lidarxistin. ÎHD’î, xizmên windayan, nûnerên hin saziyên sivîl ên civakî û gelek welatî beşdarî çalakiya vê hefteyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û Serokê ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir axivî. Bagatir desztnîşan kir ku ew cara 301’emîn e bi malbatên xizmên wan hatine windakirin re çalak îli dar dixin û hesabêh kuştinên kiryar nediyar dipirsin. Bagatir bilêv kir ku di bûyerên 7-9’ê Cotmehê de kiryarên 51 can ên ku hatin qetilkirin hêj nehatine dîtin û ji bo vê yekê tu hewldan jî nehatiye kirin.

Bagatir bal kişand li ser welatiyên ku ji Şengal û Kobanê koçber bûne û hatine jîg ot ku bûyêrn li sînor tên jiyîn ji bûyerên tarî yên salên 90’an cudatir nîn e.

Bagatir destnîşan kir ku ji bo wan jibilî jiyandina bîranên Seyîd Riza, Şêx Seîd, Kader Ortakaya û Şerzan Kurt an rê nîn e û di vê çarçoveyê de bang li hemû kesan kir ku tevli têkoşîna mafên mirovan bibin, û hesabê kuştinên kirya nediyar bibipirsin.

Çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî nûnerên ÎHD’ê ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin cara 33’yemîn li Kolana hunerê haten ba hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Nûnerê ÎHD’ê Muhyettîn Unal axivî û xwest girtiyên nexweş di demeke kin de bên berdan.

Piştre çîroka windakirina Mîkaîl Duzce (73) lê di 1993’yan de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin ji aliyê endamê ÎHD’a Geverê Tuyyup Canan ve hate xwendin. Canan diyar kir ku Duzce kesekî ji halê xwe de bû ji gundê Memkanê bû, tu zirara wî negihîştibû kesekî û wiha berdewam kir: “Dema ku ji zozana Mergezerê jinan jî digire cem xwe û bi hespan tên gund bi yekîneyên qomandayon ve rast tên. Rayedarên leşkerî pirsa ‘we PKK’î dîtine’ ji wan dikin. Ew jî bersiva nedîtine didin û riya xwe berdewam dikin. Di vê navberê de di navebera PKK’î û leşkeran de pevçûn diqawime. Dema pevçûnê de leşker Duzce û jinên li cem wî gulebaran dikin. Li vir Mîkaîl Duzce jiyana xwe ji dest dide, jinek jî birîndar dibe. Ew jin hê jî dijî. Piştî bûyer tê bihîstin malbat tê cihê bûyerê lê leşker destûrê nadin nêzîkî cenaze bibin. Piştî ku leşker ber bi êvarê ji herêmê vedikişin, malbat cenaze wergire û defin dike. Me gilî kir lê hê jî encamek negirtiye.”

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

CIZÎR

Dayikên Şemiyê yên ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin û hatine windakirin lêgerîna edaletê didomînin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Mehmet Findik, Omer Findik û Omer Kartal yê di 1995'an bi hinceta ji bo me (Elok) bînin de ji aliyê Qereqola Cendermeyan a Xezayê ve hate windakirin pirsî.

Dayikên Şemiyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine qetilkirin û hatine windakirin cara 309’emîn çalakî li dar xist. Dayik li kolana Hunerê hatin ba hev û “Albuma windayan” a wêneyên xizmên wan hene vekirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Mehmet Findik, Omer Findik û Omer Kartal yê di 1995'an bi hinceta ji bo me (elok) bînin de ji aliyê Qereqola Cendermeyan a Xezayê ve hate windakirin pirsî.

Di çalakiyê de çîrok ji aliyê birayê Omer Kartal, Mehmet Kartal hate gotin û wiha got: "Kurapê min û di heman demê de keyayê gundê Dorukluyê Mehmet Findik di dema pîrozbahiya serê salê de Fermandarê Cendermeyan a Silopiya yê geriya û jê elok xwest, piştî ku keye nexwest bi tenê biçe bi xwe re birayê xwe Omer Findik û birayê min Omer Kartal bi xwe re bir bi wesayîta xwe elok birin qereqolê."

Kartal bilêv kir ku piştî saeta derengiya şevê nehatin em bi 3 wesayîtan ber bi Fermandariya Cendermayan ve bi rê ketin û wiha pêde çû: "Cenderme ji wan re got elok li vir hiştin û çûn midûriyeta polîsan. Lê dîsa cenderme û polîsan ji me re rastî ne gotin. Bi vê boneyê em gundî bi gişt li ber avahiya midûriyeta polîsan kombûn, me ji wan re got heya em xizmên xwe negrin em ji vir naçin. Piştî wê midûriyeta polîsan elektirîk li ser me birîn û li ser me gul reşandin. Em necar man ku belav bibin, ji wê rojê şûnde me agahî ji kurapê min û birayê min negirt.

Kartal diyar kir ku ji ber ya niha cendermeyên navçeyê gef li wan dixwarin û û wiha berdewam kir: "Ji me xwestin em bibin cerdevan, lê belê me ev ne pejirand. Bi vê boneyê kurapê min û birayê min qetil kirin."

Piştî axaftinan 5 deqîqan çalakiya rûniştinê pêk hat û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.