Xizmên windayan li 3 bajaran lêgerîna xwe ya edaletê domandin

Xizmên windayan ji bo Mehmet Sîncar, Mehmet Emîn Çelîk û Daryoş Aygol ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev.

XIZMÊN WINDAYAN

Malbatên windakiryan û parazvanên mirovan ji bo kesên hatine windakirin bên dîtin û faîlên wan bên darizandin her hefte çalakiyan li dar dixin. Çalakiya wan vê hefteyê jî berdewam kir.

AMED

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windakiriyan di hefteya 813’emîn a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” didomînin de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê hatin bahev. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn bi wêneyên windakiriyan beşdar bûn û li qadê pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin.  

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz û Sûltan Yaray beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê çîroka Mehmet Sîncar ê di 4’ê îlona 1993’yan de li Kolana Elma ya Êlihê di êrişeke çekdarî de hate qetilkirin hate xwendin.

Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar anî ziman ku hevjînê wê bi du çekên cuda hate kuştin, hevjînê wê wê rojê li ser navê aştiyê çû wir û hate qetilkirin. Sîncar, xwest ku ne tenê faîlê hevjînê wê hemû faîlên cînayetên kiryarên nediyar bên dîtin.  

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî wiha got: “Ev cînayet ne cînayetên kiryarên wan nediyar in, cînayetên ku kiryarên wan diyar in. Faîl dê zû an dereng derkevin holê.”

Piştre Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman çîroka qetilkirina Sîncar xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Malbatên windakiriyan û ÎHD’ê li Êlihê jî di hefteya 649’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin ba hev.  Di çalakiya ku wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin de pirsa faîlên Mehmet Emîn Çelîk ê di 28’ê tebaxa 1994’an de li navçeya Hezo ya Êlihê ji aliyê tîmên taybet ve ji mala wî hate revandin û qetilkirin hate pirsîn.

Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rezan Baytar çîroka Çelîk xwend. Baytar, diyar kir ku heta faîl bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin.  

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan bi şîara “bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Kolana Sanat hatin ba hev. Di çalakiya vê heftiyê de, pirsa Daryol Aygol ku sala 1991’an li bajarokê Esendere yê Geverê hate qetilkirin, hate kirin.

Rêveberên rêxistina Geverê ya DBP’ê û DEM Partiyê, hevşaredarên Geverê û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn.

Birayê Daryol Aygol, Kûrûş Ayol ku di Komîsyona Windayan a Colemêrgê ya ÎHD’ê de jî cih digire, daxuyanî xwend.