Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li seranserî cîhanê li 74 navendan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” hate destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî di çarçoveya pêngavê de di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya doveger û demkî kirin. Girtiyan di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin û dest bi boykotkirina hevdîtinên rû bi rû, yên ser telefonê û derketina dadgehan kirin.
Di heman demê de malbatên girtiyan jî bi heman daxwazan dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatên girtiyan çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin û ji bo piştgiriyê bidin çalakiya boykotê ya girtiyan xwestin bi Wezîrê Edaletê re bên gel hev. Xizmên girtiyan yên ku ji saetên sibehê ve li Enqereyê bûn, dema ku xwestin biçin Wezareta Edaletê hatin astengkirin.
Destûr nedan parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û xizmên girtiyan yên ku hatin Meclîsê ji mînîbusê dakevin. Polîsan ji dayikên Nobeda Edaletê yên ji wesayîtan dadiketin re gotin "Qelebalixî nepêwîste" û dan zanîn ku ew ê destûrê nedin ku bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bikin.
Parlamenterê DEM Partî yê Mûşê Sirri Sakik, ji polîsên ku xwestin dayikan asteng bikin re got, “Hûn kî ne? Kes nikare ji pişt camên tarî fermanan bide me. Ger hewce bike em ê têkoşînê bidin. Dayik îro li vir çi bixwazin em ê bikin."
Dayikan bertek nîşanî astengiya polîsan dan û gotin: “Guh bidin me, zarokên me di zindanan de ne. Em ji bo çareseriyê hatin vir. Hûn nahêlin em biaxivin. Hûn ji bo her kesî 'efûya giştî' didin, lê hûn zarokên me di girtîgehê de dihêlin. Em dibêjin bila tecrîd rabe, ji ber vê em hatin. Em ji bo rawestandina xwînê hatin vir. Muxatabê me Wezîrê Edaletê ye."
Piştî destûr nehat dayîn ku dayik biçin Wezareta Edaletê, dayikan li ber deriyê Meclîsê daxuyaniya çapemeniyê dan.
Piştî daxuyaniyê dayik bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindaman", "Hak hiqûq edalet" ketin meclîsê.