Xizmên girtiyan banga berdana girtiyên nexweş kir

Parêzvanên mafên mirovan ji bo mafên jiyanê yên girtiyên nexweş Hanîfe Aslan, Mehmet Emîn Çam û Mehmet Parlak, banga berdanê kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya ji du hefteyan carek li dar dixe, vê hefteyê jî li ber Sumerbanka Kevn a navçeya Konakê daxuyanî da. Gelek kes tev li çalakiya hefteya 296’emîn bûn. Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Hanîfe Arslan a 81 salî ku li Girtîgeha Wanê tê ragirtin.

Gumuş bi bîr xist ku piştî 6 sal û 3 meh cezayê Arslan hat erêkirin ew di sala 2021’an de hatiye hat girtin û li girtîgehê nexweşî lê zêde bûn. Gumuş got ku Hanîfe Arslan nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne û ew bi alîkariya hin kesên din dikare bijî. Gumuş behsa pêvajoya hiqûqî ya der barê Arslan de kir û got tevî ku 6 caran serlêdan hatiye kirin ku Arslan bê berdan lê daxwaz hatine redkirin.

Gumuş xwest ji bo mafê tenduristî û jiyanê yên Hanîfe Arslan bên parastin divê dmildest bê berdan.

STENBOL  

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 652’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê pêk hat. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên girtiyên nexweş hatin rakirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rweşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Qûbîna Êlihê girtî ye.

Endama Komîsyonê Mukaddes Şamîloglû daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam û behsa nexweşînên wî kir. Şamîoglû da zanîn ku Mehmet Emîn Çam bi alîkariya hevalê xwe dikare li xwe binêre û her ku diçe rewşa wî giran dibe. Şamiloglû xwest ku Mehmet Emîn Çam û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.  

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 524’emîn de li ser Cadeya Sakaryayê çalakî li dar xist û balê kişand ser rewşa girtiyê nenxweş.

Polîsan hewl da çalakiyê asteng bike lê li ser israra çalakvanan polîsan xwe paşve kişand.

Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Parlak ê li Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê ragirtin.

Yazmaci diyar kir ku nexweşiya gurcikê û roviyan li Mehmet Parlak peyda bûye û tevî ku nexweş e jî nayê berdan. Yazmaci da zanîn ku li gel rwşa Parlak dijwar e jî pêşî li berdana wî tê girtin û ew ji ber nexweşiyên xwe her ku diçe zeîf dibe û niha bûye 40 kîlo. Yazmaci diyar kir ku ji sedî 70’ê gurcikek Parlak çûye û ji sedî 30’î maye. Yazmaci xwest Mehmet Parlak û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.

Piştî çalakiyê polîsek provokator hat cem çalakvanan û got ku hefteya b3e ew destûrê nadin ku li vir bê lidarxistin. Polîs gefê li çalakvanan xwar.