Xizaniya li Îranê mezin dibe

Ji ber pirsgirêkê aboriyê, gelên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê nema dikarin pêwîstiyên xwe yên rojane dabîn bikin. Ji ber nelirêtî, dizî, polîtîkayên şaş ên aboriyê û ambargoyê gel bêhtir xizan dibe.

Li gorî daneyên ji aliyê navenda lêkolînê ya ParlAmentoya Îranê ve hatiye belavkirin, sînorê hejariyê li gorî werza Havîna sala borî nêzîkî 2 milyon û 730 hezar Tumen ji bo paytexta Îran Tehranê hatiye diyarkirin. Ev jî wê yek dide nîşandan ku ev hejmar li gorî Bihara sala borî dike ji sedî 11. Ev rêje li hindek navçeyên Îranê gihiştiye sed 13’an. Di vê navberê de Navenda Lêkolînê ya Parlementoya Iraqê rapora xwe ya duyemîn eşker kir û têde tê pêşbînîkirin ku ev hejmara hejariyê di demek nêz de bilindtir bibe. Di raporê de tê nîşandan ku wê nirxên kelûpelên jiyanî buha bibin, li gorî vê heta dawiya zivistana îsal wê ev rêje ji sedî 40-50 zêdetir bibe.

Rêjeya hejarî her diçe li Îranê zêdetir dibe. Di mehên li pêşiya me wê ev rêje hê zêdetir bibe. Tê texmînkirin ku ev rêjeya hejarî bikeve bin asta rewşa hejarî ya li herêmê. Dema em vê yekê li Tehranê bixin ber çavan, em ê bibînin li gorî Havîna 2018’an û Bihara 2018’an 300 hezar Tumenên Îranê ji bo malbatekî 4 kesî hatiye zêdekirin. Ev jî wê nîşan dide ku hejmara malbatên hejar ên sala 2018’an li gorî 4 salên borî zêdetir bûye.

Bi kinahî ev rapor rewşa bêçare û hilweşîna aborî Îranê û pisporên aboriya siyasî ya Îranê bi eşkereyî radixe ber çavan. Îran nikare xwe ji guşarên derveyên li ser welat bûne serwer bide aliyekê. Li gorî dane û serçaweyên hinek sazî û sendîka û dîsa aborînasên serbixwe rêjeya hejarî ji daneyên ku Navenda Lêkolînê ya girêdayî Parlementoya Îranê ku eşkere kiriye hê zêdetire. Li gorî Mamostayê Zanîngehê Hisên Raxfir asta hejariya malbatekî 4 kesî li gorî sala 2018’an bûye 4 milyon Tumen e. Li gorî vê em giştî bigirin dest ev dane li seranserî Îranê dike ji sedî 33’ê.

Li Îranê beşa mezin a di jêr sînorê hejariyê de rasterast peywendî bi rêjaya zêdebûna şêniyê ve heye. Di dema ku ÎMF pere ji bo rêjeya welatiyan destnîşan kirî, îsal pêşbiniya ji sedê 35 kiriye. Di her mehê bi kemî ji sedê 50 nirxê tiştan bilind dibe. Pêwîste ev rêje bê şopandin. Sitîf Hanke rêjeya welatiyan a îsal ji sedê 150 ragihandiye ku tê payîn li hemberî nirxê dolar û bi berdewamî giranbûna nirxê tiştan ji pêşbîniya tê kirin zêdetir be. Qiyaskirina nirxê vê mehê li gel mehên din ên borî bi eşkere rewşa welatiyan nîşan dide.

BI GIRANÎ BANDORÊ LI ROJHILAT DIKE

Li gel hemû aloziyan rewşa aboriya Îranê jî li hemû cihî xwe nîşan daye. Lê li Rojhilatê Kurdistanê li gel hinek herêmên din ên Îranê zêdetir ev hejarî tê dîtin. Ji ber çandinî û baxçevaniya kilasîkî, nebûna xizmetguzariya li herêmê berdewamî vegera aborî bi şêweyê klasîkî, aboriya kolberî, her diçe rêjeya hejarî li Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe. 

Ev rewş li herêmên wek Kirmaşan û Îlam bi lez zêde dibe. Daneyên dewleta navendî nîşan didin ku ji sala 2016'an û şûnde ji seda 20'ê van bajaran ketine jêr xeta hejariyê û rêjeya kar li van bajaran bi giştî ji sedê 7,35 e. Ev rêje tê wê wateyê ku li gorî bajarên din ên Îranê rêjeya herî bilind e. Zêdebûna daneyên bêkarî li bajarê Kirmaşanê nîşana hejariyek gelek aloz e. Ji du milyon welatiyên wê tenê 440 hezar kes xwedî kar in û ji vê rêjeyê jî 81 hezar kes xwedî karên demkî û bê berhemin.

REWŞA KIRMAŞANÊ

Têkildarî mijarê Rêveberê Komîteya Alîkariyê ya bajarê Kirmaşan Hisên Xidir Weysî di raporek a 2017'an de ragihandiye ku 68 hezar malbat di bin çavdêriya alîkariyê den e. Di raporê de derbarê pêwîstî û ne wekheviya hejariya li Kirmaşanê jî wiha got: “Li gorî rewşa bajarê Kirmaşanê, xeta hejariyê di sala 2016'an de ji bo malbatek çar kesî yek milyon û 365 hezar Tumen hatibû destnîşan kirin. Niha ev rêje bilind bûye û asta hejarî gihiştiye ser 2 milyon û 300 hezar Tumen ji bo her malbatek çar kesî.

Li gorî nirxandinên Navenda Lêkolînê ya Îranê di sala 2018'an de rêjeya zêdebûna mehane li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xal bi xal zêde dibe. Zêdebûna ji sedê 10, rêjeya herî zêde hatiye dîtine. Li gorî heman daneyan, bajarê Kirmaşan heta dawiya meha Adarê ya borî bi rêjeya zêdebûna navendî ya ji sedê 10,9 rekor kişandibû. Piştî Kirmaşan bajarê Çwarmihal, Bextiyarî, Îlam, Loristan û Xorasana Bakur tên. Ew jî bi rêjeyên ji sedê 10.6, 10.3, 10.2 û 10 ên herî zêde hatine dîtinin. Li gorî vê raporê rêjeya herî zêde ya bêkarî ya mehane li Kirmaşanê di meha Adarê de pileya ji sedî 2.2 hatiye tomarkirin. Ev tê wê wateyê ku asta giştî ya nirxên berhemên cûr be cûr û xizmetûzariyê li bajarê Kirmaşanê di dawiya Gulanê de li gorî Meha Adarê ji sedê 2.2 zêde bûye. Hêjayî gotinê ye ku zêdebûna mehane ya nirxan di giştî Îranê de ji sedê 1.3 ye. 

MÎNAKA ÛRMIYEYÊ NÎŞANE YE

Her wiha li bajarê Ûrmiyê ji vê rewşê ne pir cuda ye. Li gel vê cudaxwaziyê û neberamberî û bandora siyasî, sêbera xwe li ser rewşa aboriya Ûrmiyê daye çêkirin. Heta berî erkdarkirina waliyê nû, rêjeya bûdceya ji bo bajarên Azerînişîn hatiye veqetandin. Li gorî bajarên Başûrê Îranê yên Kurdnişîn, li rexmên nerazîbûnên Azeriyan jî zêdetirin. Lê waliyê nû bi pêngavekê dijî sîstema çil salî bi wekhevî bûdceya navbera van bajaran belav kir. Li gel wê jî di asta civakî de hejariyek zêde di wê bajarî nenema. Li gorî daneyên Navenda Lêkolînên Parlementoya Îranê, ji her pênc welatiyên bajarê Urmiyê, yek kes di asta hejartiya birçîbûnê de ye.

175 hezar malbatên hejar ku 643 hezar niştecihên bajarê Urmiyê pêktîne, dibin xeta hejariyê de ne. Ev jî tê wê wateyê ku debara wan têra xwarina yek rojê nake. Li gorî daneyên xwedî pîşeyan sala 2017 ew jî ji 21'ê Adara 2017 heta 20'ê Adara 2018'an li gorî rêjeya astan navendî ya Îranê rêjeya bêkarî li vê bajarî ji sedê 2.3 zêde bûye.

Ev rastî pirsgirêka kûr a hejariya vî bajarî bi eşkereyî radixe ber çavan. Di sala 1995'ê de asta hejariyê li bajaran ji bo yek malbata çar kesî 1 milyon û 110 hezar Tumen bû. Bi kurtasî em dikarin bêjin vê rêjeya zêdebûnê di îsal de ji bo malbatek çar kesî gihiştiye yek milyon û 630 hezar Tumen. Ev rêjeye bi qasî 500 hezar Tumen zêdetir, ji heqdestê welatiyan li gorî sala 1397 (21’Adar 2018 heta 20’ê Adarê 2019) kêmtire.

BANDORA XIZANIYÊ LI SER CIVAKÊ

Li gorî daneyên van du salên dawî li bajarên Îlam, Kirmaşan û Loristan li ser asta Îranê herî zêde bûyerên xwe kuştinê pêk hatine. Sedema sereke ya xwe kuştina li van bajaran jî hejarî û bêkariye. Em jî nîşaneyên wê lihev nêzîkbûna hejarî û têrnekirina li gel zererên civakî di demekê de ne derdikevin holê ye. Her wiha guherîna pêkhateyên civakî, guherîna çîn û pileyên aborî, û civakî, guherîna nirx û baweriyên çandî jî wek sedemek bi bandor ya vê xwe kuştinê ye. Di van şert û mercan de eger bêkarî û nebûna pîşe xema herî mezin ya gel be, asayîye ku winda kirina pîşe û kar zext û bê aramiya civakî û pîskolojî derxe holê. Li Rojhilatê Kurdistanê hejarî di cudabûna malbatan de gelek bi bandore.

Di hevdîtinekê de ku ya destpêka Berpirsê giştî yê Ofîsa dane û zanyariyên nîştecih û koçberan qeyda rewşa civakî ya Îranê eşkere kir. Li gorî daneyan rêjeya cudabûna malbatan di salekê de herî zêde li Tahran, Kirmaşan, Sine, Qum û Gîlane. Lê bajarê Îlamê jî rêjeya ji sedê 23'ê ye û ji hemû bajaran jî zêdetire. Rêveberê giştî yê qeyda rewşa kesî li parêzgeha Sine di Kanûna 2017'an de diyar kir ku li bajarê Sine cudabûna malbatan zêdebûye û ev pirsgirêk jî bandora xwe li ser kêmbûna nîştecêbûna civakê çêkiriye.

Zêdebûna enflasyonê li gel rekora aboriya xirab gihiştiye wê astê ku bandor li ser beşên dinên jiyên çi çandî, siyasî û nîştecihbûna herêmê jî dike. Beşek mezin ya dahata gumirga Deriyê Sînor ya Paşmax li Merîwanê ji bo nûjenkirina bajarên Tehran qum tên veqetandin. Beşek ji dahata Gumirga Hacî Omeran ya li Pîranşar ji bo pêşxistina Meşhed tê veqetandin. Gelek tiştên din bi vî awayî di hêla aborî de hene. Dema kolberek Kurd ku çînek bê dahatin û beşek herî zêde ji welatiyên Rojhilatê Kurdistanê pêktîne, di şert û mercên xirab yên aborî de dijîn.

SIYASETA ABORIYÊ YA ÎRANÊ

Li gorî rapora ku ji aliyê wezareta destvekiriyê bi navnîşana hejarî û ne wekhevî ya di sala 2014'an de hatî weşandin, ji sedê 35'ê welatiyên Îranê  dibin xeta hejariyê de dijîn. Ev rewşa metirsîdar a aborî li ser çi bingehî tê danîn eşkere bike.

Di heman demê de li gel dawî hatina şerê di navbera Îraq û Îranê, dewletê bingehek ji bo aboriya  xwe siyasetek ava kir. Li gorî vê komên hêzên nav dewletê, saziyên piştî  şoreşê yên wek hêzên leşkerên pasdaran, saziya Kimustezefan (Saziyek xêrxwazî ji bo hejaranê ku di encama destdanîna ser ya mal û mulkên neyarên desthilata Îranê Îslamî de  bi desthatiye) ku hatibûn damezrandin hatin nav qada aborî de. Li gorî benda 9 a yasaya yekem ya geşepêdanê destûr ji bo van koman hatiye dayîn ku  derkevin qada aborî. Li gorî madeya 147 a destûrê, destûr ji bo hêzên çekdarî yên wezareta parastinê û piştevaniya hêzên çekdarî hatiye dayîn ku tevlî projeyên avakirin û hîm danînê bibin. Vê yasayê destûr ji bo nelirêtiyên aborî daye ku di nav aboriya Îranê de ji bo şirketên girêdayî dewlet û kesayetên dewletê ve û saziyên mezin dizî bike. Ev mijar îro wêrankariyek mezin di îthalat û îxracatê de, sazî û bankeyan pêkaniye û di nav aboriya Îranê de dizî berfireh bûye. Ev yek xwe bi awayek herî bi bandor jî nîşandaye. Li aliyek din jî li gel bingehê fikir û belgenameyên bernameya çarem a ava kirina Îranê, tevgerên cîhanî bi awayek wekhev şîrove kiriye. Li gorî vê belgeyê derfetê ceribandin û rêyek din li pêşiya Îranê nîne. Ev bername destpêka serdema taybetkirinê bû  ku niha zererên wê xwe di hemû hêlên siyasî, aborî û civakî ya Îranê de xwe daye der û bûye sedemên hilweşandina pisporî û pêşketina civaka Îranê jî zêdetir kiriye.

Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Parlamentoya Îranê ya di sala 2000'an de bi navnîşana nirxandina beşa taybet di  bernameya yekem û duyem ji sala 1990 heta 1999'an dewam bû, ji sedê 63'ê beşê taybetkirin ji bo sazî  û rêxistinên  peywendîdar hatiye pejirandin.

Beşek mezin a van beşê taybetkirinan di çarçoveya radestkirina berhemên dewletê ji bo  rêveberiyên van şirketan hatiye dayîn. Cihê gumanê ye ku em rêveberiyane beşek  ji burokrasiya payebilind ên dewletêne. Navenda Lêkolîna Parlamenê di sala 2000'an de belav kir. Li gorî wê para radestkirina ji bo  şirketên dewletê, beşên giştî li gel beşên taybet, sazî û rêxistinên banqeyan 61 milyar 274 milyon e. Rapor  îşaret bi  firotina şirketan ji bo rayedarên dewletê dike. Nabe ev nelirêtî (gendelî) mezin a li Îranê bêy li berçav girtina vê rêbazê li ser bingehê ewlehî, ji bo taybetiyê, dizkirinên salên destpêka taybet kirinê were dîtin. Mînak; rewşa xirab ya karkerên Ney Şekrî Heft tepe û zextên zêde yên li ser karkeran û  bi taybet tevgera karkerî yên wek Îsmaîl Bexşî encama siyaseta Îranê ya taybet kirinê ne. Li gel wê jî divê saxtekariya di nirxên şirketan de, bertîl û bêden kirina aliyên bi nakok ên di nav hikûmetê de bi berdêla kargeh û navendên hilberandinên jî were dîtin. Divê radestkirina şirketên alemînyûm ya Elmehdî, Ney şekrî heft tepe, safgeha Kirmaşan di çarçoveya  taybet kirina li Îranê de were nirxandin ku niha îflas kiriye û malbatên karkeran jî hejar û feqîr kiriye. 

Rexmê  ku beşek ji desthilatê li ser vê çand û teoriyên vê nîv lîberalîzma şikestî ne hem fikirbûne jî, lê vê rewşa aborî qebûl kirin. Di dawiya burokrasiya asta valatiya rejîm, kesên xwedî rol di desthilatê de, hem fikirên ruhanî, di bingeh danîna  aboriya nelirêtî de li pişt perdeya nîv lîberalîzmê hîn bêhtir aktîv in û wehhev in. Li gorî rapora xebatên saziya beşa taybet a Tîrmeha 2017'an hatî belav kirin ji sedê 18'ê rêjeya para radestkirî ji bo beşa taybet hatiye veqetandin û ya din jî ji bo saziyên leşkerî, saziyên giştî yên dewletî û saziyên şoreşa Îslamiya Îranê hatine veqetandin.  Di raporên resmî yên dewletê de ku hatine belav kirin tê dîtin ku banka Sîna, Bîmey Sîna, şirketa hilberandin û kolanê, kargeha hilberandina enerjî û elektrîk, ya bajarê qom û gelek şirketên din  xistine bin banê holdînga Mustezefan. Hinek bankên berfireh dibin çavdêriya sazû rêxstinên leşkerî yên Îranê de ne. Desteserkirina  îxracata Çarşêwîreş, desteserkirina îxracata şekir li rexmê hebûna projeya mezin a heft tepe, desteser kirina şandina mermer  û gelek cûreyên din  pêwîste di çarçoveya taybet kirinê de were dest girtin.

Ev ne tenê di aliyê aborî de rû daye. Di heman demê de li gel serhildanên siyasî yên reformîstan, guhertina hêzên siyasî li Îranê, qebûlkirina prensîbên nîvlîberalîstî di qada siyasî ya hemdem û hevbengiya wê, bi taybet piştî sala 2002'an heman tişt tên dîtin. Ev serdemeke ku pirtûk û govarên propagandaya ji bo aboriya  nîv lîberalîzm û çavgirtina li lîberalîzma serdema rewşenbîrî digirt. Di heman demê de li gel pêşxistina  şêweyê epîkuryanîzm û dijberiya li gel civaka çarçoveya ji siyasetê dûr ketin jî mijarek bû ku li ser were rawestan. Ev mijar xwe ji qalibê balkişandina şêwaza demokrasî ji serve navend kiriye. Li gel parastina yek parçeytiya rêbaza olê Şîe, yek parçeyiya xaka Îranê  jî hatiye guncandin. Pêşxistina fikrê frîdrîş Fon Hayk îşaret bi siyaseta bazara azad a aborî û bandora wê li ser siyaset dewletê, serweriya bazneyî  ya nîv lîberalîstên Îraniyan li ser siyaseta çandê Îranê daye çêkirin. Di tevger û nerazîbûnên şoreşên berê de, di çarçoveya  belavkariyên  reformîstî de, dikare weke beşek din ji çiqê taybetkirina  şêweyê nîv lîberalîzmê li Îranê were dîtin.

Kêmek azadî  di saziyên  rêxistinên civaka sivîl di salên 1998'an heta 2006'an  derket. Lê li ser asta giştî siyaseta desthilatdarên rejîmê her wiha dewam kiriye. Ev siyaseta di bin serweriya yasayî de rê li demokrasiya radîkal û rast li Îranê girt. Her wiha pêşketin û pêşxistina kesayeta azad û serbixwe jî asteng dike.  Ev yek ruhê civakîbûnê di nav pirsgirêkan de fetisandiye. Ev yek dikare di nav muxalefeta dervey welat û xwendekarên zanîngeh û rewşenbîr jî were dîtin. Ev sê pêkhateye bi hinceta Sûrye kirina Îranê her cûre rêkxistin û guhertin dikin û serî li reforman didin. Ziyanên siyaseta aborî bûye sedem ku pirrengiya civak, çîn û  pêkhateyên  cuda têk biçe û lewazbûna çîna navîn û zêdebûna newekheviya çînayetî zêde bibe.