Xiristiyanên Kerkûkê Noelê pîroz kirin

Şeve din li bajêr Kerkûkê Noelê hate pîroz kirin.

Ji bo dayikbûna Îsa Mesîh Xiristiyanan şevê dinNoelê pîroz kirin. Pîrozbahiyan saet 00:00 dest pê kir û heta saet 08:00’ê sibehê dom kir. Li aliyê din li malan jî  Noelê hate pîroz kirin.

Petrikê Dêra Încilî Prostat ji ANF’ê re axivî û got; “Çend deqeyek din em ê sala 2018’an li pey xwe bihêlin û derbasî sala 2019’an bibin. Em pêşwaziya sersalê dikin. Beriya hefteyekê pîrozbahiya roja dayikbûna Mesîh me lidarxist. Hêvîdarim ku sala nû bibe sala aşitiyê  û daxwaza ji hemû kesê û  Iraqê dikim ku hemû pêkhate Îslam, Mesihî, Şîe, Sunî û Êzidî duayên baş bikin.”

Prostat bi domdarî got; “Ez daxwaz ji Xwedê dikim ku me hemûyan biparêzin. Bi hemû neteweyên Kurd, Tirkmen û Ereb biparêzin û em hemû zarokên vê xakê ne.”