Xerîb: Pejirandina qanûna Serokatiya Herêmê tomar kirina dirokekî reşe
Xerîb: Pejirandina qanûna Serokatiya Herêmê tomar kirina dirokekî reşe
Xerîb: Pejirandina qanûna Serokatiya Herêmê tomar kirina dirokekî reşe
Hevserokê Partiya çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb di derbarê dirêjkirina demê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û da diyar kirin ku, pejirandina qanûna Serokatiya Herêmê tomar kirina dirokekî reşe.
Hevserokê Partiya çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb, di derbarê dirêjkirina demê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê li ser hesab xwe ya Facebookê daxuyaniyek weşand û ne razîbûnên xwe anîne ziman. Di daxuyaniya de de balê dikişîne li ser ne rawa bûna biryardayîna demdirêj kirina demê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û paşxistina hilbijartina û wiha got: “Dirêj kirina demê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê qet nayê pejirandin. Dirok wê weke bûyerekî nerênî tomar bike.”
Hevserokê Partiya çareseriya Demokratîka Kurdistanê Diyar Xerîb, di derbarê pejirandina vê qanûnê ji aliyê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê ve ji got: “Eger Serokê Herêmê vê qanûnê bi pejirîne wê dîrokekî tarî jibo xwe tomar bike. Li ber çavderbaskirinê re Serokê Herêmê dikare ji xwe re giranbihayekê qezenc bike.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de ji Diyar Xerîb da diyar kirin ku, wê Serokê Herêmê di çend rojên pêş de bersiva van pirsên me bide û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku, bi çalakiyên demokratîkane rê li pêşiya pejirandina vê qanûnê bigrin.