Xelatên wêjeyî yên Huseyîn Çelebî gihaştin ber destê xwediyên xwe
Xelatên wêjeyî yên Huseyîn Çelebî gihaştin ber destê xwediyên xwe
Xelatên wêjeyî yên Huseyîn Çelebî gihaştin ber destê xwediyên xwe
Xwediyên xelbatên 21. Pêşbirka Wêje ya Huseyîn Çelebî, bi merasîmeke li bajarê Elmanya Kolnê xelatên xwe wergirtin.
Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê lidarxistin, organîzasyona herî demdirêj a wêjeyî ya Kurdan e ku ev 21 sal in tê lidarxistin. Pêşbirka ku her sal li bajarê cuda yê Elmanyayê tê lidarxistin, îsal li Stadt Halle ya bajarê Kolnê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û têkoşerên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dan, pêk hat. Li gel bi sedan xwendekaran gelek nivîskar, siyasetmedar û helbestvan amade bûn. Li salona pêşbirkê wêneyên Huseyîn Çelebî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK'ê hatin daliqandin.
Îsal 360 kes bi 460 berheman beşdar bûn û 18 kes hêjayî xelatê hatin dîtin. Ji van xelatan 3 jê ji Ewropayê yên din jî çûn Kurdistan û girtiyên siyasî yên li girtîgehan. Ji ber ku piraniya xwediyên xelatan girtî ne, xelatên wan ji aliyê xizmên wan ve hatin wergirtin.
Beriya xelatdayînê sînevîzyonek li ser jiyana Huseyîn Çelebî hat nîşandan û kesayeta wî ya têkoşer û welatparêz hat destnîşankirin. Li ser navê YXK'ê Zozan Erdal axaftinek kir û destnîşan kir ku divê ciwanên Kurd lehengên mîna Mazlûm Dogan, Huseyîn Çelebî û Engîn Sîncer ji xwe re mînak bigirin û bi nêrîna van pêşengan têbikoşin.
'EZ LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ HÎNÎ KURDÎ BÛM'
Bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî di axaftina xwe ya li vê derê de serbilindahî û kêfxweşiya xwe ya ji ber çalakiyeke bi vî rengî anî ziman û got, "Ez ji Kurdistana nû yanî ji çiyayên Qendîlê têm. Min ji we re silav anî. Min zimanê xwe baş nizanîbûm. Lê li wê derê hînî Kurdî bûm. Hînî zimanê kurê xwe bûm. Li gorî min Kurdistan bihuşta erdnîgariyê ye. Ezê di demeke nêz de careke din biçim."
Piştî axaftinan, merasîma xelatdayînê destpê kir.
XELAT JI BO GIRTÎGEHAN
Navên ku di 21. Pêşbirka Çîrok û Helbetan a Huseyîn Çelebî de xelat wergirtin ev in:
Helbesta bi Kurmancî:
1-Îrfan Yildiz-"Karagulên Sara"
2-Erdogan Ûçar-" Qirina Sînorên Qaçax"-Şakran/Girtîgeha Îzmîrê
3-A. Latîf Karaaslan-"Jiyan"- Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê
Çîroka bi Kurmancî:
1-Orhan Askan- "Di Şeva Qetlê de Evîn" -Amed
2-Zeynep Parilt -"Êşên Dîn"-Amed
3-Îsa Bal-"Dildariya Pêşwextî"-Van Cezaevi
Helbesta bi Dimilkî:
1-Nizamettin Ozoglû -"Viyan"- Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê
2-Edîp Dêrsim-"Dewa Ma" Dêrsim
Çîroka bi Dimilkî:
1-Akman Gedik-To Xarpet Nediyên"-Elmanya Hîldesheîm
2-Sînan Sutpak-"Dejê Rojda Verêne"-Girtîgeha Mereşê
3-Enwer Yilmaz " Dema Bêvenge"- Amed-Edîtorê Gun Radyo TV
Helbesta bi Tirkî:
1-Mehmet Şîrîn Înverdî" Trageya(m) Girtîgeha Eskîşehîrê
2-Meltem Yildirim-"Ellerimin Çalıntı Çağı"-Girtîgeha Bakirkoyê
3-Reşît Ballikaya-"Lori'nin Aynası'nda"- Berlîn/Elmanya
Çîroka bi Tirkî:
1- Samî Ozbîl-"Madenci Sokağı"-Girtîgeha Kocaelî û Rojda Alak-"Kumral Saçlarında Bir Tutam"-Amed
2- Yakup Tekintangaç-"Taziye"- Stenbol û Nîzamettîn Karaaglar-"Yara"-Girtîgeha Sêrtê
3-Îlhamî Çinar-"Bir Yürüyüş hikayesi"-Girtîgeha Balikesîrê
Li dû merasîma xelatdayînê Rotînda, Pinar Yildiz, Koma Amargî û komên muzîkê yên Laz û Tamîlê derketin ser dikê. Her wiha lîstikên şano jî hatin lîstin û çalakî heta derengiya şevê dewam kir.