Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn

Bi merasîmekê xelatên 27'emîn Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn.

Xelatên 27'emîn Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn. Merasîm li Navenda Çand ya Cemîl Candaş a şaredariya şîliyê hat lidarxistin. Parlementerên HDP û CHP'ê, malbatên şehîdên çapemeniya azad, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Şaredarê Şîşliyê Mûammer Keskîn, TJA, DÎK, DÎAY-DER, HDK, EMEP, Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, rêveberin HDP'a Stenbolê, Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad, kurê Mûsa Anter Dîcle Anter, xebatkarên çapemeniya Azad û gelek kes tev li merasîmê bûn. 

Di 27'mîn pêşbirka rojnamegeriyê de, îsal 5 xelat hatin dayîn. Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdên çapemeniya azad dest pê kir. Di merasîmê de ewilî Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yenî yaşamê û Parlementerê HDP'ê Ridvan Tûran axivî. Tûran, got: "Hemû desthilatdarî ji rastiyan tirsiyane û ji bo rastî neyên aşkerekirin ji xwe re antîtez çê kirine. Zilma ku li Tirkiyeyê li rojnamevanan hatiye kirin li tu derî nehatiye kirin. Lê dîsa jî heta kesên rastiyê dibêjin hebin, wê zalim winda bikin." 

Piştî Tûran, sînevîzyona ji aliyê xebatkarên çapemeniya azad ve hat amadekirin hate nîşandan. Piştî sînevîzyonê Şaredarê Şîliyê Mûammer Keskîn axivî û got: "Mûsa Anter kesekî girîng bû û dostekî rênîşander bû. Em çi bibêjin wê kêm be. Şervanekî kêmpeyda bû ku ji bo aştiyê têkoşiya. Kesayeteî pir girîng bû. Ji zûde ye mirovên me tên qetilkirin. Hêvîdar im ev ên dawî bin." 

Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk jî bilêv kir ku di 30 salên dawî de gelek xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin û bayiyên rojname difirotin hatine şewitandin û got: "Gelek tişt hatin serê me. Lê dîsa jî çi bela tên bila bên, em ê bergirîyê li wan bikin." 

AYKOL PEYAM ŞAND

Rojnameger Huseyîn Aykol  jî ji Girtîgeha Tîpa T a Sîncanê peyamek şang û got: "45 salan di qada çapemeniyê de me û di 30 salên dawî de jî min di nav çapemeniya azad de cih girtiye. Her çend wekî yek ji pêşengê û rêveberekî vê kevneşopiyê bêm qebûlkirin jî, lê belê xwediyê esil ên kevneşopiya çapemeniya azad rojnamevan û belavkarên me yên şehîd in. Loma ev pêşbirk di şexsê Apêê Mûsa de ji bo hemû şehîdên me tê lidarxistin. Cihê kêfxweşiyê ye ku ên di vê pêşbirkê de hêjayî xelatê tên dîtin. Niha ji Girtîgeha Sîncanê bi we re xeber didim. Wisa dixuyê ez ê hîn pir tê de bimînim. Li ber nakevim. 40 sal in şahidê dîrokê me. Min bi Birêz Abdullah Ocalan, Celal Talabanî, Mahmût Ebbas û Şîmon Peres û gelek kesên din re hevpeyvîn çê kirine.. Ma kîjan ceza dikare vê rojnamevaniya birûmet ji holê rabike û bide jibîrkirin? Hevalên hêjayî xelatê hatine dîtin pîroz dikim û ji bo wan serkeftin." 

ROJNAMEGERÊN GIRTÎ PEYAN ŞANDIN

Edîtora Jinnewsê Kîbrîye Evren jî ji girtîgehê peyamek şand û got: "Her çend di 27'emîn Pêşbirka Rojnamegeriya ya Mûsa Anter û Şehîdên çapemeniya Azad de ne ligel we bim jî, lê zanibin bi dilê xwe li cem we me. 27 sal derbas bûn lê dîsa jî pênûsa Apê Mûsa lie rdê nema. Xebatkarên çapemeniya azad tu carî nehiştine li erdê bimîne û wê nehêlin jî. Ji ber alozîya li Tirkiyeyê bi sedan hevalên me hatin kuştin û gelek jê jî an hatin binçavkirin, an hatin girtin an jî bi zext û zoriyan re rû bi rû man. Lê tevî hemû zext û zoriyan jî me dengê xwe ragihand. Mîrateya Apê Mûsa bûye dengê kurd, tirk, gelan, jin, kedkar û hemû kesên tên dîkekirin. Em rojnamevanên jin me hêz û wêrekî ji Gurbetellî Ersozê girtiye. Eger niha îro em behsa çapemeniya jinê dikin, em dikarin bêjin ku em deyndarê ruhê têkoşîniyî yê Gurbetellîyê ne. Em ê ji bîr nekin."  

XELAT HATIN DAYÎN

Piştî axaftinan merasîma xelatdayînê dest pê kir. Ji Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal û ji rojnameya BîrGunê Husseyîn Şîşek di qada nûçeya tirkî de xelata nûçeya herî baş, ji Euronewsê Rabî Çetîn xelata juriyê, di qada kurdî de ji Ajansa Mezopotamyayaê Gokhan Altay xelata nûçeya herî baş, di warê wêneyan de ji EPA'yê Sedat Sûna û ji Jinnewsê Rojda Aydin xelat wergrtin. Di warê karîkaturê de jî Aşkin Ayrancioglû xelat wergirt.